Dibe ku Melenchon bimîne tûra duyemîn

Li gorî anketeke nû ya li Fransayê hatiye kirin, îhtimal heye ku serokê çepgir Jean-Luc Melenchon di hilbijartinên serokkomariyê de bimîne tûra duyemîn.

Li gorî lêkolîna ku ji aliyê Toluna Harris Interactiveyê ve ji bo M6 û RTL’ê hatiye kirin, li gel dabeşbûna dengên rastgiran îhtimal heye ku Melenchon tûra yekemîn di rêza duyemîn de temam bike û derbasî tûra duyemîn bibe. Bi taybetî jî eger hem Edouard Philippe hem jî Gabriel Attal bibin namzet wê dengên eniya rastgiran dabeş bibin û ev yek ji Melenchon re dibe avantajek.

Li gorî encamên anketê di tûra yekemîn de rastgirên tundraw Marine Le Pen yan jî Jordan Bardella di navbera ji sedî 31 û 34’an de dengan distînin û bi ferqeke mezin li pêş in. Her wiha Melenchon jî li gorî senaryoyan nêzîkî ji sedî 14 yan jî 15’an dengan digire.

Tê diyarkirin ku ger di bloka navend de bes Attal bibe namzet rêjeya dengan dibe ji sedî 14-15, lê belê ger Philippe jî bibe namzet wê ji sedî 17 yan jî 19 dengan bistîne. Li hemberî vê yekê ger Attal û Philippe her du bi hev re bibin namzet jî îhtimal heye ku Melenchon li gel ji sedî 14’ê dengan derbasî rêza duyemîn bibe.

DI TÛRA DUYEMÎN DE AVANTAJA RASTGIRÊN TUNDRAW ZÊDETIR E

Li gorî lêkolînê, ger îro hilbijartin were kirin di tûra duyemîn de RN’ya partiya rastgirên tundraw li hemberî hevrikên xwe bi rehetî ser dikeve. Tê texmînkirin ku Marine Le Pen yan jî Jordan Bardella li hemberî Melenchon ji sedî 68’ê dengan, li hemberî Gabriel Attal ji sedî 57’ê dengan û li hemberî Edouard Philippe jî ji sedî 54’ê dengan distîne.

Her wiha li gorî anketa berbehs Raphael Glucksmann di navbera ji sedî 10-11’an de, Bruno Retailleau di navbera ji sedî 8-11’an de û Eric Zemmour jî di navbera ji sedî 5-6’an de dengan distînin.

Encamên lêkolîna ku di navbera 25-27’ê Gulan de li gel 1,744 hilbijêran hatiye kirin nîşan dide ku hilbijartinên li Fransayê her ku diçe dabeştir dibin û hate bibîrxistin ku anket bi awayekî teqez encamên hilbijartinan texmîn nakin.