Di şeva Kûracîkiyan de nerazîbûna li dijî tecrîdê

Li Londonê di çalakiya Kûracikiyan de, berxwedana girtiyan hate silavkirin û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyam hatin dayîn.

Kûracîkiyên li Londonê, çalakiyeke piştevaniyê li dar xistin. Siyasetmedarên Kurd û parlamenterên berê yên HDP'ê Kemal Pekoz û Osman Baydemîr jî tevlî çalakiyê bûn.

Xanim Akdemîr a Hevseroka Komeleya Piştevaniya Kûracîkiyan anî ziman ku ew têkoşîn û berxwedanê li sirgûnê jî didomînin.

Gelek şehîdên Kûracîkî yên weke Devrîm Încedal, Ûlaş Karaoglan, Mehmet Aksoy, Hasan Akdemîr, Fîkrî Şîmşek, Hasan Aydîn ku hem di nava Tevgera Azadiya Kurd de û hem jî di nava Tevgera Şoreşger a Tirkiyeyê de cihê xwe girtine û şehîd bûne, hatin bîranîn.

Siyasetmedarê Kurd Kemal Pekoz di çalakiyê de axivî û got: ‘’Komkujiyên Koçgirî, Agirî, Zîlan, Dersim, Mereş, Meletî, Çorûm, Roboskî û Taxa Gazîyê hene. Par jî li Parîsê 3 welatparêzên Kurd hatin qetilkirin.’’ Kemal Pekozî di dawiya xaftina xwe de bal kişand li ser tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û got ku divê demildest tecrîda li Îmraliyê û ya li ser girtiyên din were rakirin. 

EM DÊ NIRXÊN XWE PAŞGUH NEKIN

Siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîrî jî ev yek anîn ziman:

"Tevî ku em bi hezaran kîlometre ji welatî dûr bin û  li sirgûnê bin jî, em bi vîn û israreke mezin girêdayî kok, çand û dîroka xwe ne. Di girtîgehê jî de bin, li sirgûnê jî bin, em tim girêdayî kokên xwe ne. Em weke welatiyên Kurdistanê wê tim li gel hev bin. Ev yek tiştekî pir girîng e. Wê hemû Kurdistanî di nava yekitiyê de bin. Divê hemû cîhan bizanibe ku wê gelê Kurd ti carî dev ji rûmeta xwe bernede û ti carî nirxên xwe paşguh neke."

EM BI HEST Û FERASETA XWE ASTENGIYAN TÊK DIBIN

Piştî axaftinan hunermendên  Cengîz Aslan, Zuhan Can, Hozan Diyar, Cîhan Çelîk û Koma Rozayê derketin ser dikê û stranên li ser berxwedan û serhildana Kurdan hatin stîrîn. Hozan Diyarê hunermend jî di çalakiyê de axivî û girîngiya yekîtiya gelê Kurd ê sirgûnî anî ziman û got: “Li gorî wan em ê li vir tune bibin, asîmîle bibin, welatê xwe ji bîr bikin. Lê hestên me yên welatparêzîyê û hişmendiya me ya azadiyê kir ku em  ji van hemûyan derbas bibin û me xwe rêxistin kir. Wê serkeftin a me be û ew dê têk biçin."