Di salvegera 102’emîn a Peymana Lozanê de gelê Kurd xwe ji bo meşê amade dike

Di salvegera 102’emîn a Peymana Lozanê de gelê Kurdistanê û dostên wan xwe amade dikin ku 26’ê Tîrmehê li bajarê Lozan ê Swîsreyê peymanê şermezar bikin.

MEŞA LOZANÊ

Peymana Lozanê dikeve sala 102’emîn ku hîmên rejîma înkar û qirkirinê ya ku dewletên emperyalîst li hemberî gelên Rojhilata Navîn ava kir, lê hate danîn. Gelê Kurdistanê û dostên wan xwe amade dikin ku di 26’ê Tîrmehê de li bajarê Lozan ê Swîsreyê peymanê şermezar bikin. Komîteya amadekar ku ji sazî û avaniyên siyasî yên Kurd pêk tê, amadekariyên dawî ji bo meş û mîtîngê qedandin.

Peymana Lozanê ku sala 1923’an hate îmzekirin, hebûna neteweyî û statuya gelê Kurd tine hesiband û kir ku Kurdistan bi çar parçeyan bê parçekirin. Di salvegera 102’emîn a peymanê de gelê Kurdistanê wê careke din dakeve qadan û li ber vê sîstema înkarê rabe. Civaka Demokratîk a Kurd li Swîsreyê (CDK-S), Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Lozanê û gelek saziyên Kurd ji bo tevlîbûneke xurt a li Meşa Lozan 2025 seferber bûn.

Hevseroka CDK-S’ê Dîlan Çetînkaya li ser amadekariyên meşê ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku Peymana Lozanê ne tenê belgeyeke dîrokî ye, di heman demê de bingeha polîtîkayên înkar û îmhayê ye ku hîn jî dewam dike. Çetînkaya got, di vê demê de ku sîstema Rojhilata Navîn jinûve tê avakirin, gelê Kurd neçar e ku yekîtiya we pêk bîne, statuya xwe garantî bike û destnîşan kir ku ew meşê ji ber vê yekê ne tenê weke şermezarkirinê, her wiha weke bangek ji bo yekîtî û azadiyê dibînin.

‘YEKÎTIYA NETEWEYÎ WEZÎFEYEKE MECBÛRÎ YE’

Dîlan Çetînkaya ragihand ku gelê Kurd red dike ku sedsaleke din bê statu û bê nasname bimîne û got, “Ev peymana ku li Lozanê hate îmzekirin ne tenê ji bo tasfiyekirina Kurdan hebû her wiha ji bo tasfiyekirina hemû gelên qedîm bû. Li hemberî bê statuhiştina gelê Kurd, yekîtiya neteweyî îro mecbûrî ye.” Çetînkaya bi navê komîteya amadekar bang li hemû sazî û partiyên Kurdan û gel kir ku di 26’ê Tîrmehê de li Lozanê bicivin, bibin yek û ber bi azadiyê ve bimeşin.

‘EM Ê LI HEMBERÎ ÎNKAR Û ASÎMÎLASYONÊ LI QADAN BIN’

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Lozanê Mûsa Îtah jî got, “Li hemberî siyaseta Înkar, asîmîlasyon û înkarê ya ku 102 sal in li gelê Kurd tê ferzkirin, em dibêjin êdî bes e. Di 26’ê Tîrmehê de gelê Kurd wê bi dirûşma ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ li qadan be.” Mûsa Îtah destnîşan kir ku meş di heman demê de ji bo mafê diyarkirina çarenûsa xwe ya gelê Kurd wê bibe peyameke vekirî ya ji raya giştî ya cîhanê re.

Hevseroka NCDK a Lozanê Aysel Argin jî diyar kir ku wan amadekariyên ji bo meşa Lozanê ya 2025’an temam kirine û bi taybetî bang li jinên Kurd kir: “Jinên Kurd hêza pêşeng a têkoşîna azadiyê ne. Di 26’ê Tîrmehê de em li Lozanê bi pêşengiya jinan berxwedanê mezin bikin. Em bang li gelê Kurd û dostan hemûyan dikin ku beşdarî meşê bibin.”