27’ê Mijdara 2019’an li bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê bi ser Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCKD) û malên rêvebirên wê de hat girtin. Derbarê 5 rêvebiran de ku nûçegihanê Yenî Ozgur Polîtîka û Hevserokê Federasyona Gelan a Kurdistanê (FED-GEL) Saît Ozturk jî di nav de ye, ji ber muxalefeta Qanûna Komeleyan doz hat vekirin.
Di serdegirtinan de di wêne, belge, dîmen û hevtîninên telefonan ên hatin bidestxistin de, tu mijarên sûcdarkirinê nehatin dîtin. Lê merasîmên ku di navbera salên 2016-17’an de ji bo piştevaniya bi Rojava hatin kirin, hilgirtina alên PKK û KCK’ê weke “sûc” ket îdianameyê.
HEVSEROKÊ FED-GEL’Ê HEDEF HAT NÎŞANDAN
Rûniştina biryara dozê ya ku 21’ê Îlonê derbarê siyasetmedarên Kurd de hat destpêkirin, 28’ê Cotmehê pêk hat. Komîserê Îstixbarata Heîlbronnê di rûniştinê de îfade da û bi gotina “Rêvebirek ê PKK’ê ye ku ji aliyê derdor ve tê hezkirin û gotina wî tê guhdarkirin” Saît Ozturk hedef nîşan da.
PARÊZER: PKK Û TÊKOŞÎNA KURD JI HEV NAYÊ QUTKIRIN
Parêzeran îtîrazê îfadeya dozger a “Kurd çi qasî bixwazin dikarin têkoşîna xwe ya siyasî bidomînin. Lê nabe ku nasnameya Kurd, pirsgirêka Kurd bi têkoşîna PKK’ê heman bê dîtin” kirin. Parêzeran bal kişandin ser êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk û gotin: “Mirovên ku hûn weke ‘terorîst’ bi nav dikin, ji aliyê gelek kesan ve weke ‘şervanên azadiyê’ tê binavkirin.”
OZTURK: ELMANYA HEVKARÊ SÛCÊN QIRKIRINA KURDAN E
Saît Ozturk li dadgehê bal kişan ser siyaseta înkar-îmha û sûcên qirkirinê yên dewleta Tirk a li hemberî Kurdan û destnîşan kir ku Elmanya bi krîmînalîzasyona li hemberî Kurdan, bûye hevkarê vî sûcî. Ozturk diyar kir ku ew yek ji wan Kurdistaniyan e ku ji ber êrîş û êşkenceya dewleta Tirk welatê xwe terikandiye û hatiye Elmanyayê û ev 25 sal in ji bo azadiya Kurdan têdikoşe û got: “Mixabin niha li Elmanyayê bi sedan Kurd ji ber têkoşîna xwe ya demokratîk, mîna min hatin darizandin.”
Ozturk got ku bi nasnameya xwe ya rojnamevantiyê di çapemeniya Kurd de cih digire û wiha pêde çû: “Hewl hat dayîn ku tenê hin nûçeyan di nava xebatên min ên rojnamevantiyê de hilbijêrin û li dadgehê weke sûc pêşkêş bikin. Arşîva min a wêneyan hat desteserkirin. Polîs û dozger ji bo min bikin sûcdar, muhtacê wêneyên min bûne? Bi temamî bêmafî ye ku hin wêneyên min ên taybet ku min ji arşîva xwe berhev kir yan jî hin gotarên ku min weşandî, weke ku li dijberî min weke delîl bên karanîn.”
HEWLDANA REWAKIRINA MEHKÛMKIRINÊ
Dadgehê mutalaya dozger qebûl kir û cezayên girtîgehê yên di navbera 50 û 80 rojan de, li gorî madeya 20’emîn a Qanûna Komeleyan veguherand cezayê pere. Bi giştî 7 hezar 400 eûro cezayê pere dan 5 kesên ku hevserokatî û alîkariya NCKD’ê kirine. Dadger bi gotina “Em we ne ji ber nasnameya we ya Kurd, ji ber bikaranîna sembol û alên qedexe ku ne li gorî Qanûna Komeleyan e, ceza dikin” hewl da ku cezayê daye, rewa bike.
‘POLÎTÎKAYA ELMANYAYÊ YA LI HEMBERÎ KURDAN TU CUDAHIYA XWE, JI YA TIRKIYEYÊ NÎNE’
Ozturk bertek nîşanî biryarê da û wiha got: “Nêzîkatiya Elmanya ya li hemberî Kurdan, ji aliyê Tirkiyeyê ve tê diyarkirin. Polîtîkaya Elmanyayê ya li hemberî Kurdan, mîna polîtîkaya Tirkiyeyê ya fermî ye. Qedexekirina sembol û alên Kurdan, tu bingehê xwe yê hiqûqî û bi maf nîne. Elmanya bi van qedexeyan dibe hevkarê polîtîkayên dîktator Erdogan ên dijberî Kurdan. Weke rejîma Erdogan, Kurdan ji nedîtî ve neyên. Dest ji demokrasî û qanûnên dijberî hiqûqê berdin.”
‘EM Ê RADESTÎ KRÎMÎNALÎZASYONÊ NEBIN’
Ozturk destnîşan kir ku ew ji ber ku li ber şerê qirkirinê yê ku dewleta Tirk li hemberî gelê Kurd pêk tîne, rabûne hatine cezakirin û wiha bilêv kir: “Tê xwestin ku xebatên me yên parastina pêşketina çand û zimanê me, bên astengkirin. Em ê radestî krîmînalîzasyonê nebin û em ê têkoşîna xwe bidomînin” û diyar kir ku wê bi parêzerê xwe re îtîrazê biryarê bikin.
‘DIVÊ QEDEXEYA LI SER PKK’Ê BÊ RAKIRIN’
Endamê Meclîsa Şaredariyê ya Heîlbronn a Partiya Çep Konrad Wanner ku dadgehê dişopîne diyar kir ku nêzîkatiya Elmanyayê ya li hemberî Kurdan nayê qebûlkirin û ev tişt gotin: “Têkoşîna Kurdan rewa ye. Kesên li vir tên darizandin, nîşa kirin ku wê bi sekn û îradeya xwe hemû zextan têk bibin.” Wanner bertek nîşanî krîmînalîzekirina komeleyên Kurd da û got: “Bi hinceta ‘qedexeya PKK’ ceza tê dayîn. Em ê ji bo rakirina qedexeya li ser PKK’ê, xebatên xwe bidomînin. PKK Kurdistanê û gelê Kurd diparêze.”
Nûnerê Rote Hîlfe ya Heîlbronnê jî Wolfgang F. jî wiha got: “Bi hincetên hêsan û ne rast, bi ser mal û komeleyên Kurdan de tê girtin û hewl didin ku bixin bin konrola xwe. Divê em ji bo rakirina qedexeya li ser PKK’ê bi israr bin. Eger em vê qedexeyê rabikin, wê îzolasyona li ser Kurdan jî bi dawî bibe.”