BI DÎMEN

Di civîna gel a li St. Gallenê de îşaret bi avakirina rêxistinkirî û kolektîf hat kirin

Di civîna gel a li bajarê St. Gallen ê Swîsreyê de, polîtîka û şêweyên rêxistinbûnê yên serdema nû ku piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo pêş ket, hatin nîqaşkirin.

Piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk ku Rêber Apo di 27’ê Sibata 2025’An de kir, di navbera Kurdistaniyan de nîqaşên polîtîka û şêweyên rêxistinbûnê yên serdema nû li Swîsreyê dewam dike. Di vê çarçoveyê de bi pêşengiya Komîteya Jinûve Avakirinê ya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a St. Gallenê de, li Salona Grabenê civîna gel pêk hat.

Civîna bi beşdariya zêde, bi deqîqeyekî rêzgirtinê destpê kir. Piştre nirxandinên têkildarî pêvajoya nû, bi beşdaran re hate parvekirin.

Siyasetmedar Dîlan Dîrayet Taşdemîr ku di civînê de axivî, diyar kir ku Kurd li Rojhilata Navîn êdî ne “qurban” in, di heman demê de bûne hêzekî siyasî. Dîlan Dîrayet Taşdemîr bilêv kir ku pêvajoya jinûve avakirinê, ne li ser sazî û kesekî, divê bi tevlîbûna hemû civakê were meşandin û bal kişand ser girîngiya nirxandinên Rêber Apo ên li ser Kurdistan û Rojhilata Navîn.

Dîlan Dîrayet Taşdemîr diyar kir ku Rojhilata Navîn ji nû ve şêwe digre û wiha got, “Divê gel bi xwerêxistinbûna xwe bibin kirdeyeke bingehîn.”

Beşdarên civînê, li ser pêvajoya nû, modelên rêxistinbûnê û tarzê xebatê nêrîn, rexne û pêşniyarên xwe parve kirin. Di nirxandinên hatin kirin de hate destnîşankirin ku divê rêxistinbûna komînal, pêvajoya jinû ve avakirinê û zemînên berfirehtir ên ji bo nîqaşê werin pêşxistin.