Di çalakiyên Amsterdam û Darmstadtê de banga 'Rojava biparêze' hat kirin

Kurdistaniyên ku li Amsterdam û Darmstadtê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rojava protesto kirin, bang li alîgirên mirovahiyê kirin ku Şoreşa Rojava biparêze.

Kurdistaniyan ji bo protestokirina dewleta Tirk a dagirker ku di 20’ê Hezîranê de li Qamişloyê Hevseroka Kantona Qamişloyê Yûsra Derwêş, alîkara wê Leyman Şiwêş û Firat Tûma qetil kir, daketin qadan. 

Kurdistanî û dostên wan ên bi banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Hollandayê (DEM-NED) li ber Konsolosxaneya Tirk a li Paytexta Hollanda Amsterdamê hatin ba hev, êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin. Di çalakiyê de ji raya giştî hat xwestin dawî li mêtîngeriyê bînin û piştgiriya Tevgera Azadiya Kurdistanê bikin. Di daxuyaniya DEM-NED’ê de hat xwestin, her kesên alîgirên mirovahiyê Rojava biparêze. 

Kurdistanî li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê jî daketin qadan. Li Luîsenplatzê ku bi dehan kes li hev civiyan, alên YPG û YPJ hatin hildan û dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Kujer/Dîktator Erdogan” û “Bijî berxwedana Rojava” hatin berzkirin.