Di çalakiya li ber NY’ê de ji bo meşa Zurîhê bang hat kirin

Kurdistanî li ber ofîsa Neteweyên Yekbûyî li hev civiyan û peyama "Têkoşîna me ya li dijî êrîş û hevkariyê dewam dike" dan û banga tevlêbûna meşa Zurîhê kirin.

Çalakiya rûniştinê ya Kurdistaniyan ku ji 25’ê Çileya 2021’an ve li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê tê lidarxistin, didome.

Di çarçoveya pêngava “Dem dema Azadiyê” de çalakiya rûniştinê ya her Çarşemê didome. Di vê heftiyê de di şexsê gerîlayê HPG’ê Devrîm Kavak (Şoreş Amed) ê ku di êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên di Tebaxa 2019’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk hat de şehîd bûbû û gerîla Pelda Încî (Delîla Argeş), Hamza Yildirim (Mawa Tolhildan) û Ferşît Îsazade (Cesûr Rojhilat) ku hatibûn ragihandin di sala 2020’an de şehîd bûne, hemû şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê hatin bîranîn.

'XWE LI VÎNA MILYONAN NAGIRIN'

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Cenevreyê Erdal Atasoy diyar kir ku girêdaniya milyonî ya gelê Kurd bi rêberê xwe re careke din di Newrozê de derket holê.

Atasoy anî ziman ku dewleta Tirk û hêzên qetlîamker nikarin vê îradeyê bifetisînin û wiha dewam kir:

"Li dijî zîhniyeta qetlîamker û hevkar em ê parastina azadiya Rêbertiya xwe bidomînin û li ku derê dibîn bila bibîn em ê vê zîhniyetê teşhîr bikin. Dîsa di vê çarçoveyê de em bang li hemû gelê xwe û dostên xwe dikin ku tevlî meşa navendî ya ku li bajarê Zurîhê tê lidarxistin bibin. Heta ku pêngava 'Dem dema azadiyê ye' bi ser bikeve wê têkoşîna me heta dawî bidome.”

Piştî axaftinan ku têde bal hat kişandin li ser binpêkirinên mafan ên giran ên li girtîgehên Tirkiyê yên li dijî girtiyan tên kirin û gel bi berzkirina dirûşmeyan çalakiya rûniştinê berdewam kir.

BANGA JI BO MEŞA ZURÎHÊ

Di bangawaziya li ser navê Dîwana Hevserokatiya CDK'ê ya Swîsreyê ya CDK'ê ya têkildarî meşa navendî ya 16'ê Nîsanê ku wê li Zurîhê bê lidarxistin de ev agahî hatin dayîn:

"Gelê Kurd di Newroza 50. ya Rêbertiyê de careke din nîşanî hemû cîhanê da ku paradîgmaya Rêberê me tekane çareseriya aloziyê ye û Tevgera Azadiyê jî têk naçe. Lê dijminê me û çeteyên wê dest ji êrîşên xwe yên îmhayê bernedan. Dijmin di van êrîşan de çekên kîmyewî bikar anî, lê 'îradeya ku têk naçe' dewleta Tirk a ku li çiyayên azad di şer de têk çû, bi ragirtina PDK'ê li ser xeta xiyanetê hewl dide rengekî nû li êrîşan zêde bike.

PDK’a ku di serî de Mexmûr û Şengal, li gelek deverên Herêmên Parastinê yên Medyayê sewqiyata leşkerî dike, wê bi Iraq û Tirkiyê re di êrîşên îmhayê de rola serkêşiyê bilîze. PDK ku nikare li hemberî çeteyên DAÎŞ'ê guleyekê jî biteqîne, cihê xwe di êrîşên qirkirinê yên li dijî Tevgera Azadî û hemû destkeftiyên Kurdistanê de digire. Bi vê boneyê em ê di 16.04.2022’an (roja Şemiyê) saet 12:30’an de li Helvetîaplatz/Zurîhê dirûşmeya ‘Bimre Îxanet’ berz bikin û hesabên qirêj û planên ku hatine kirin nîşanî raya giştî ya cîhanê bidin. Em bang li hemû gelê xwe û dostên xwe dikin ku di vê meşê de cihê xwe bigirin."