Komeleya Malbatên Winda û Şehîdan a Kurdistanê (KOMAW) li bajarê Hern ê Elmanyayê kongreya xwe ya 8'emîn li dar xist. Li salona civînê ya Shiraz ku kongre lê hat lidarxistin, posterê Rêber Apo, wêneyên pêşengên PKK’ê û Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên di dîrokên cuda de şehîd bûne cih girtin. Pankarta “Şehîdên me rûmeta gelê me ne”, “Şehîd namirin” û “Em deyndarê şehîdên xwe ne” hat daleqandin. Di têketina dîkê standekî taybet ku ji wêneyên şehîdan pêk dihat, hate danîn.
Di kongreya ku 350 delege beşdar bûn de nûnerên saziyên Kurd ên demokratîk, Şêx Murşîd Xeznewî yê ji Rojava û gelek Kurdistanî cih girtin. Kongre ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi Sirûda Ey Reqîn bi deqîqeyekî rêzgirtinê destpê kir.
‘XWEDÎDERKETINA LI ŞEHÎDAN XWEDÎDERKETINA LI DOZÊ YE’
Piştre Hevserokên KOMAW’ê Fatma Ozer û Xoşnav Ata derketin ser dîkê û xitabê beşdaran kirin. Fatma Ozer dilsoziya bi Şehîdên Azadiya Kurdistanê re dubare kir û destnîşan kir ku ew ê di her kêliya dîrok û têkoşîna Kurdistanê de dilsozê têkoşîna şehîdan bimînin.
Xoşnav Ata jî wiha got: “Gelê me yê hêja û malbatên şehîdan, ez bejna xwe li ber têkoşîna Rêber Apo û li ber bîranîna şehîdên me yên qehreman ditewînim. Ev doz bi saya fedakariya wan hatiye van rojan. Bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re divê em hemû berpirsyarî bigirin. Wekî malbatên şehîdan em jî amade ne ku di vê rêyê de çi dikeve ser milê me pêk bînin. Dema ku li Rojhilata Navîn şerekî mezin rû dide, Rêber Apo ji bo ku ev pêvajo li ser bingeha aştiyê pêş bikeve ketiye dewrê. Em dizanin ku heta Rêbertî azad nebe, gelê Kurd jî azad nabe. Xwedîderketina li şehîdên xwe, xwedîderktina li doz û gel e.”
Piştî axaftina hevserokan dîwan hate hilbijartin û sînevîzyona li ser şehîdan hate pêşandan. Pêşandan bi axaftinên Rêber Apo û dîmenên taybet destpê kir. Di dewamê de dîmenên yên ku di têkoşîna azadiyê de, di qadên sivîl de û di qadên hunerî de jiyana xwe ji dest dane û kadroyên pêşeng ên PKK’ê cih girtin.
‘DIVÊ MALBATÊN ŞEHÎDAN BI ROLA PÊŞENGIYÊ RABIN’
Li ser navê dîwanê siyasetmedar Selahettîn Soro axivî. Soro hemû şehîdan bi bîr anî û wiha got, “Eger îro malbatên şehîdan ji seranserê Ewropayê hatine vir û bi serbilindî di vê têkoşînê de cih digirin, ev bi saya fedakariya şehîdan e.”
Li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê Sultan Oger jî malbatên şehîdan silav kir û wiha got, “Di têkoşîna 52 salî de pêşengiya Rêber Apo û berxwedana wî ya Îmraliyê ya 27 salî silav dikim. Şehîdên me gelê Kurd ji înkar û îmhayê xilas kirin. Hemû dîrokê me bi têkoşîn û berxwedanê derbas bû. Me bi hezaran heta sed hezaran şehîd dan. Tevgera Azadiyê li ser daneheva vê têkoşînê hate avakirin. Bi taybetî xeta jina azad ku di têkoşîna azadiyê de pêş ket, me gihand van rojan. Pêvajoya ku Rêbertî di 27’ê Sibatê de da destpêkirin, çareseriya êş û pirsgirêkên dîrokî yên Kurdistanê armanc dike. Di vê pêvajoyê de fedakarî û berpirsyariya herî mezin dikeve ser milê malbatên şehîdan. Ji bo pêşengiya pêvajoyê divê malbatên şehîdan bi rola pêşengiyê rabin.”
Dr. Arya Fatimî jî li ser navê KNK’ê beşdarî kongreyê bû. Arya Fatimî şehîdan bi bîr anî û wiha got, “Têkoşîna Azadiya Kurdistanê her tim bûye tevgerekî mezin ku pirsgirêkên gelê Kurd çareser bike û gel temsîl bike. Wekî partiyên din ne girêdayî hinek şexs an jî malbatê ye; tevgerekî ku di hemû tebeqeyan de birêxistin bûye û mezin bûye. Îro li çar parçeyên Kurdistanê berdêlên mezin hatin dayîn. Xwîna şehîdan nîşaneya van berdêlan e. Bi saya pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin, Kurd dest bi wergirtina encamên têkoşînê kirine. Hevdîtinên aştiyê ku bi pêşengiya Rêber Apo tê meşandin, di qada navneteweyî de tê qebûlkirin. Dewleta Tirk jî tu gavê navêje. Heta ku mafên destûrî yên Kurdan neyê naskirin wê têkoşîna me dewam bike. Li Rojava, gavên mezin hatin avêtin, sazî hatin avakirin û encama gelek têkoşînan şênber bû. Lê ji ber ku muhatabê me komên radîkal in, pêvajo bi jan e. Ji ber vê yekê têkoşîna çekdarî ji bo gelê Kurd hîna jî ewlehî ye; heta ku ewlehiya gelên me mîsoger nebe em nikarin rîskan bigirin. Ev pêwîstiya armanca me ya yekîtiya neteweyî ya di hemû parçeyan de ye.”
MALBATÊN ŞEHÎDAN SERBILIND IN
Şêx Murşîd Xeznewî jî di axaftina xwe da ev tişt gotin: “Evîna me ya herî mezin û hezkirina me îro Kurdistan e. Ya herî bi nirx li Kurdistanê jî şehîd in. Her şehîdek dîrok e, têkoşîn e û berxwedan e. Serbilindî û eniya vekirî tenê yektayî malbatên şehîdan e. Mirin û şehadet cuda ne her kes dimire lê şehadet tenê ji kesên ku Xwedê qîmet dide wan ra dibe nesîb. Pîvana şehadetê ji bo malbatan, zarok û gelê wan rêya rûmet û şerefê vedike. Bi fedakariya şehîdên me îro li Rojava Kurd dikarin mafên xwe bi kar bînin. Partiyên siyasî niha li ser xalek hevpar li hev hatin û hêzên me yên leşkerî YPG û YPJ, di bin banê HSD’ê da li hemberî dijmin sekneke hêzdar nîşan didin. Hikûmeta Şamê bi hişmendiya qirêj tê birêvebirin û destên wan bi xwîna Kurdan qirêj bûne. Sûcên ku li Kobanê û Serêkaniyê li hemberî Kurdan kirine eşkere ye. Li Siwêdayê jî dîsa li hemberî Elewiyan bi komkujiyan derketin holê. Berê dikarîn bi komkujiyan gefan li me bikin, lê îro bi saya hêza me ya leşkerî nikarin vê yekê bikin. Lê dîsa jî gef bi temamî ji holê ranebûne, him dewleta Tirk him jî çete hîn jî êrîş û gefan davêjin. Lê niha bi qîz û ciwanên xwe, bi hêza xwe ya çekdarî em dikarin xwe biparêzin.”
XETA ME YA SOR AZADIYA RÊBER APO YE
Hevserokê KCKD-E’yê Engîn Sever di axaftina xwe da bal kişand ser prosesa dîrokî ya gelê Kurd û wiha got: “Dewleta Komara Tirkiyeyê ji damezrandina xwe heta niha xwe li ser komkujî û înkarê ava kiriye. Kurd li çar parçeyan jî bi van komkujiyan ra rû bi rû man. 52 sal in têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya Rêber Apo li hemberî vê înkar û komkujiyan rawestiya. Bi saya Rêber Apo û hevalên wî hebûna Kurdan derket holê û niha kes nikare Kurdan înkar bike. Kurd li Rojhilata Navîn bûn navend û hêza bingehîn ya hemû guhertinan. Di vê prosesê da berdêlên mezin hatine dayîn. Xeta me ya sor şehîdên me û azadiya Rêber Apo ye.”
Hevseroka KON-MED’ê Emîne Rûken Akça, bal kişand ser pêvajoya 52 salî ya têkoşîna azadiya Kurd û ev gotin bi kar anîn: “Niha hebûna Kurdan mijara nîqaşê nîn e, maf û statûya wan di rojevê da ye. Ev serketin bi fedakariya şehîdên me û Rêber Apo pêk hat. Li Ewropayê jî peywirên mezin dikevin ser milê jinan. Em pêşengiya vê pêvajoyê bigirin dest, êdî şehîdan nedin, êş neyên jiyîn û têkoşîna me bi rûmet bidome.”
Li ser navê Civaka Îslamiya Kurdistanê Hafız Ehmed Tûrhalî jî wiha got: “Şehîdên me nemir in û divê em li gorî vê tevbigerin. Divê em layiqî şehîdên xwe bin gelê me jî xwedî li bîranîn û têkoşîna wan derkeve. Îro yên ku ji me re dibêjin terorîst em ji wan bipirsin: Belê, terorîst kî ye? Yên ku li hemberî gelê xwe, nirxên xwe û têkoşîna azadiyê êrîş dikin an jî yên ku ji bo maf û azadiya xwe têdikoşin in?”
MECLÎSA JI 49 KESAN PÊK TÊ HAT HILBIJARTIN
Nûnerên NAV-YEK û FEDA yên ku beşdarî kongreyê bûn jî axaftin kirin û peyama ku ji aliyê Malbatên Şehîdên Qamişloyê va hat şandin hat xwendin. Piştî axaftinan rapora xebata du salan hat pêşkêş kirin. Piştî nirxandinên li ser raporê, derbasî rojeva hilbijartinê bûn. Bi hilbijartina ku hat kirin re meclîsa ji 49 kesan pêk tê hat diyarkirin. Di kongreyê da desteya rêveberiyê ya ji 9 kesan pêk tê hat hilbijartin, hevserokên nû Xoşnav Ata û Wesna Şêxmûs bûn.
Kongre bi dirûşmên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Şehîd rûmeta me ne” bi dawî bû.