Dewleta Tirk li Torontoyê hate şermezarkirin

Sûcên şer ên dewleta Tirk ku bi bombebarankirina qadên sivîl û saziyên ji gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re xizmetê dikin, li Torontoyê hate protestokirin.

Sûcên şer ên dewleta Tirk a li dijî gelê sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Toronto yê Kanadayê bi girseyî hate protestokirin.

Girse li Queen Streeta navenda bajarê Torontoyê li hev kom bû û dirûşmên "Bijî Berxwedana Rojava", "Bijî Berxwedana Zindanan", "Jin Jiyan Azadî", "Terorîst Erdogan", "Ji Rojava re Azadî", "Ji Ocalan re Azadî û Bijî Serok Apo" hatin berz kirin û girse ber bi qada Dûndasê ve meşiya.

Di çalakiyê de belavokên bi Îngilîzî hatin belavkirin.

Axaftinên bi Kurdî û Îngilîzî hatin kirin û di axaftinan de hate gotin, dewleta Tirk a dagirker bi êrîşkirina li ser sivîlan hewl dide têkçûna xwe ya li qadên şer ji raya giştî veşêre û dewleta Tirk bi hedefgirtina navendên çandiniyê yên gel, depoyên genim û tov, jîngehên sivîlan, binesaziyên ku ceyranê didin û xizmetê dikin, sûcê şer dike.