Dewleta Tirk li Stockholm û Malmoyê hate protestokirin

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava li paytexta Swêd Stockholmê û Malmoyê bi çalakiyan hatin protestokirin.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava li paytexta Swêd Stockholmê hate protestokirin. Çalakvan li Drotningsgatanê ku li navenda bajarê Stockholmê ye li hev civiyan û bi sedan belavokên têkîldarî armanca çalakiyê belav kirin.

Çalakvanan gelek caran dirûşmeyên “Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime”, “Kujer Erdogan” û “Terorîst Erdogan” berz kirin.

MALMO

Li Malmoyê Kurdistanî û dostên wan ku bi banga KCDK-E li hev civiyan, li Trîangelnê çalakiyek li dar xistin. Çalakvanan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên YPG û YPJ’ê hildan û gelek caran dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Rojava ne bi tene ye” û “Kujer Erdogan” berz kirin.