Dewleta Tirk li Rennesê hate şermezarkirin

Li bajarê Rennes ê Fransayê ji bo piştgiriya berxwedana Rojava û şermezarkirina êrîşên artêşa Tirk a dagirker çalakiyek hate lidarxistin.

Kurdistaniyên li Rennesê dijîn danê êvarê li qada Rebuplique li hev ciyan. Çalakgerên ku pankartên "Rojava bi parêzin" û "Rojava ne bi tenê ye" hilgirtin, dirûşmeyên şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava berz kirin.

Di çalakiyê de belavokên ji aliyê CDK-F'ê ve hatibûn amadekirin hatin belavkirin.