Dewleta Tirk li Lîmasolê hat protestokirin

Kurdistanî û dostên wan ên li Lîmasolê dijîn, li dijî bikaranîna çekên kîmyewî û qedexekirî daketin qadan.

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Lîmasol ê Qibrisê dijîn, ji bo protestokirina êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk li dijî gerîla pêk tîne, daketin qadan. Girse li ser banga Meclîsa Gelê Kurd a Qibrisê û endamên Komsiyona Piştevaniya bi Gelê Kurd a Qibrisê hatin ba hev. Di çalakiyê de wêneyê gerîlayên di êrîşên çekên kîmyewî de şehîd bûne, alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK û HPG’ê hatin hildan.

Di çalakiyê de ji bo giyanê şehîdan rêz hate girtin. Di çalakiyê de bi Kurdî, Tirkî û Rûmî dirûşmeyên “Bijî berxwedana gerîla”, “Dewleta Tirk a faşîst”, “Bimre xiyanet”, “Kujer Erdogan”, “Tolhildan”, “Bijî Serok Apo” û “Ji Kurdistanê re azadî” hatin berzkirin.

Ewilî li ser navê Komsiyona Piştevaniya bi Gelê Kurd a Qibrisê axaftin hatin kirin û belavokên bi zimanê Îngilizî û Rûmî hatin belavkirin.

Di axaftinan de hate diyarkirin ku heta hovîtî bi dawî bibe wê timî li qadan bin û hate gotin: “Divê her kes xwedî li berxwedana dîrokî ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê derbikeve.“

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.