Dewleta Tirk li Bremenê hat protestokirin
Êrîşên artêşa Tirk ên bi çekên kîmyewî yên li dijî gerîlayên HPG’ê, li bajarê Bremen ê Elmanyayê hat protestokirin.
Êrîşên artêşa Tirk ên bi çekên kîmyewî yên li dijî gerîlayên HPG’ê, li bajarê Bremen ê Elmanyayê hat protestokirin.
Li bajarê Bremen ê Elmanyayê, êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî yên li dijî gerîlayên HPG’ê bi çalakiyekê hate protestokirin. Girseya li ber Haûptbahnhofê hat ba hev, hêrsa xwe ya li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve, anî ziman. Girseyê, wêneyên 17 gerîlayên bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin, hildan û bêdengiya civaka navneteweyî ya li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk, şermezar kir.
Çalakî, bi rêzgirtina ji bo giyanê hemû şehîdên Kurdistanê dest pê kir û bi berzkirina dirûşma “Şehîd namirin“ dewam kir. Piştî xwendina daxuyaniyê ji bo çapemeniyê, navên 17 şehîdan hatin bilêvkirin û hêrsa li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk hat nîşandan.
Bi sedan kesan li ber baranê li çalakiyê dewam kir. Çalakgeran ji bo temsîlkirina çekên kîmyewî, cilên spî li xwe kirin û dirûşma “Erdoganê kujer, Erdoganê dîktator“ berz kir.
Çalakî, piştî daxuyanî û axaftinan bi dawî bû.