Dewleta Tirk a dagirker li Sydneyê hat protestokirin

Erîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava li bajarê Sydney ê Awistralyayê hat protestokirin.

Li bajarê Sydney ê Awistralyayê erîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava bi çalakiyeke hat protestokirin.

Kurdistanî û dostên wan li hember êrîşên dagirkeriyê beşdarî çalakiya protestoyî bûn ku li navenda bajêr hat lidarxistin.

Di axaftinên ku dema çalakiyê de hatin kirin, êrîşên artêşa Tirk a li hember Rojava, Şengal û Başûrê Kurdistanê hat şermezarkirin.

Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (DKTM) Tîmur Tatvan diyar kir ku artêşa Tirk a ku ji gerîla darbeyek giran xwar û bi ser neket, bi hovane êrîşî gelên sivîl û qadên jiyanê yên li Rojava, Şengalê û Başûrê Kurdistanê dike û dixwaze tola xwe rake. Tatvan got, "Dibistan, nexweşxane, kargeh, bendav û santral bi rojan in tên bombekirin. Dewleta Tirk a faşîst a qirker li ber çavên cîhanê sûcê mirovahiyê pêk tîne. Weke gel em nikarin li hemberî vê hovîtiyê bêdeng bimînin. Em ê destkeftiyên xwe yên bi xwîna bi hezaran şehîdan ava kirine biparêzin."

Edîtorê Rojnameya Greenleftê û Berdevkê Komîteya Piştevaniya Rojava Peter Boyle êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava şermezar kir û destnîşan kir ku di heyama ku bala hemû cîhanê li ser Xezze û Îsraîlê ye qadên jiyanê yên sivîl ên li Rojava ji aliyê dewleta Tirk ve hatin bombekirin.

Li ser navê DKTM’ê Brûsk Aeîverî axivî û civaka navneteweyî ya ku li hemberî êrîşên qirkirinê yên li ser Rojava bêdeng e şermezar kir û got, "Divê demildest qada hewayî ya Rojava ji dewleta Tirk re bê girtin. Li dijî êrîşên terorê ya dewleta Tirk ku berdewamiya DAÎŞ’ê ye parastina Rojava parastina mirovahiyê ye."

Çalakî bi dirûşmeyên "Bijî Berxwedana Rojava", "Terorîst Tirkiye", "Tirkiye ji Kurdistanê bicehime", "Komkujiya Kurdan rawestîne", "Bijî Berxwedana Rojava" bi dawî bû.