Dewleta Elman protesto kirin

Kurdistaniyên ku li Heîlbornnoyê çalakiyek kirin, dewleta Elman a hefteya borî 2 siyasetmedarên Kurd û hunermendek girt, protesto kirin.

Girtina siyasetmedarên Kurd Abdullah O. Mîrza B. li gel hunermendê Kurd Mazlûm D. ên hefteya borî ji aliyê polîsên Elman ve li bajarê  Heîlbornn bi çalakiyekê hate protestokirin. Gelek welatiyên li ser banga Navenda Civaka Kurd kom bûn, diyar kirin ku siyasetmedarên Kurd bi êşkenceyê hatine destgîrkirin û dewleta Elman şermezar kirin.

Di çalakiyê de axaftin hete kirin û ev hate gotin: “Hefteya borî siyasetmedarên Kurd bi nêzîkatiyeke der mirovî hatin destgîrkirin û girtin. Siyasetmedarê Kurd Abdullah O. ji aliyê gelek polîsên bi maske ve li erdê re hate dirêjkirin li ser zik û destê wî pişt ve kelepçe kirin. Ev siyasetmedarê hatî girtin, aktivîstekî Kurd ê 60 salî ye û li dijî her cûre zilm û zordariya Tirk têkoşîn kiriye. Hikûmeta Elman diavêtin ser malên Kurdan ên têkoşîna hebûnê didin û li ber çavê zarokên wan tundiyê dikin û wisa dixwazin Kurdan krîmînalîze bike. Bang dikin ku tavilê Elmanya ji vê şaştiya xwe vegerin.”

Çalakî bi dirûşman dawî bû.