Dersînorkirina Mehmet Çakas bi demkî hat rawestandin

Biryara dersînorkirina siyasetmedarê Kurd Mehmet Çakas ji bo Tirkiyeyê bi demkî hate rawestandin. Dadgeha Îdare ya Luneburgê birayar dak u radestkirina bêyî erêkirina daraza Îtalyayê wê li dijî hiqûqa Ewropayê be.

Dadgeha Îdare ya Luneburgê derbarê siyasetmedarê Kurd Mehmet Çakas ku bi dersînorkirina ji bo Tirkiyeyê re rû bi rû ye de biryara rawestandina demkî da. Dadgehê talîmatê da Daîreya Biyaniyan a Hamburgê ku kar û barên dersînorkirinê rawestîne.

Serlêdana penaberiyê ya aktivîsta Kurd Mehmet Çakas ê 45 salî ya ji bo Elmanyayê hatibû redkirin û li ser vê biryarê parêzerên wî serlêdana Dadgeha Destûra Bingehîn a Federal kiribûn. Lê dema ku pêvajoya îtîraza destûrî dewam dikir, dersînorkirina wî hat rojevê.

Îro biryara ku ji Dadgeha Îdare ya Luneburgê hat, ji bo demeke Kurd jî be navberekî da. Dadgehê dersînorkirina Çakas ji bo Tirkiyeyê bi demkî rawestand. Parêzerên wî diyarkirin ku ev geşedan rehetbûneke pir sînordar e û wiha got: “Herî kêm ji bo niha li dijî radestkirina Mehmet Çakas ewlehiyeke çêbû.”

BIRYARA DADGEHA ÎTALYAYÊ DIYARKER BÛ

Mehmet Çakas di çarçoveya dozekî PKK’ê ya li Elmanyayê de ji Îtalyayê hatibû radestkirin. Lê Dadgeha Bilind a Milanoyê bi şert vê radestkirinê erê kir û biryar dabû ku Çakas tenê dikare li Elmanyayê were darizandin û radestkirina wî ya ji bo Tirkiyeyê jî wê tenê bi destûra meqamên Îtalyan pêk were.

Ji bo Çakas ku li Elmanyayê serlêdana wî ya penaberiyê hat redkirin, pêvajoya dersînorkirinê hatibe destpêkirin jî bi bingeh girtina vê şertê dadgeha Îtalyan ji aliyê Dadgeha Îdare ya Lunebugê ve kar û barên dersînorkirinê hatin rawestandin. Dadgehê diyar kir ku dersînorkirina wî ya ji bo Tirkiyeyê wê li dijî hiqûqê be.

‘EV PÊVAJO LI DIJÎ HIQÛQÊ YE’

Parêzerê Mehmet Çakas Lukas Bastisch di daxuyaniya xwe ya piştî biryarê de wiha got: “Dersînorkirinekî bêyî dadgeha Îtalyan wê bibe binpêkirina hiqûqa radestkirinê ya Ewropayê.” Bastisch rexne li rayedarên Elmanyayê kir ku pêvajoya dersînorkirinê heta vê qonaxê anîne û wiha got: “Ev rewş nîşan dide ku fikarên parêzerên Îtalyan çiqas mafdar e.”

‘QADEKÎ EWLEHIYÊ JI BO ÇALAKVANÊN KURD NÎNE’

Parêzer Bastisch got ku ev pêvajo nîşan dide ku Elmanyayê ji bo çalakvanên Kurd parastina têrker pêk nayne û wiha got: “Ev doz nîşan dide ku radestkirinên ji welatên din ên Ewropayê ji bo Elmanyayê careke din li ber çavan were derbaskirin.”

PÊVAJOYA  LI DADGEHA DESTÛRA BINGEHÎN A FEDERAL DEWAM DIKE

Parêzerên Çakas destnîşan kirin ku pêvajoya li Dadgeha Destûra Bingehîn a Federal dewam dike û diyardikin ku ev biryar di demeke dirêj de wê diyarker be. Biryara navborî tenê parastineke demkî pêk tîne. Çarenûsa Çakas wê girêdayî biryara dadgeha bilind a di dema pêş de be.