Nûçeya Lezgîn: ‘Ji bo gelê Kurd wê li NY’ê statuya neteweya çavdêr were xwestin’

Derbarê êrîşên li ser Rojava de pêşniyazpirs pêşkêşî Wezîra Swêdî kirin

Li Swêdê Parlementerê Demokratên Sosyal Kadîr Qasirga derbarê gefa qirkirinê ya Heleb û Şehbayê li ser Kurd û Xiristiyanan, pêşniyazpirs da Wezîra Karên Derve yê Swêdê.

Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên paramilter ên girêdayî wî yên li ser Rojava û Sûriye di rojeva cîhanê de ye.

Parlementerê Demokratên Sosyal a Swêdê Kadîr Kasirga êrîş û gefên qirkirinê yên li ser Kurdan û gelên din ên li Heleb û Şehbayê kir rojeva parlementoyê.

Parlementer Kadîr Qasirga pêşniyazpirs da Wezîra Karên Derve yê Swêdê Maria Malmer Stenergard û diyar kir ku HTŞ’ê gelek çeteyên DAÎŞ’ê di nava xwe de dihewîne û hêzên qirker ên jenosîda Şengalê kirin bi navekî din dîsa derdixin holê.

Kasirga diyar kir ku gefên HTŞ’ê yên li dijî Kurd, Xiristiyan û komên ne Misilman ên li Helebê cihê fikarê ye û di dewama pêşniyazpirsê de wiha got, “Ez bi berçavgirtina beşdariya Swêdê li koalîsyona navneteweyî ya li dijî terorîzmê û bi awayekî xurt lêkombûna li mafên mirovan ji Wezîra Karên Derve yê Swêdê Maria Malmer Stenergard diprsim; hem di forumên dualî û hem jî navneteweyî de planên hewldanê yên çawa dike?