Derbarê çekên kîmyewî pirsname pêşkêşî Parlementoya Ewropayê hate kirin
Endamê Parlementoya Ewropayê Nîkolaj Vîllûmsen derbarê çekên kîmyewî yên ku dewleta Tirk bi kar tîne, pirsnameyek pêşkêş kir.
Endamê Parlementoya Ewropayê Nîkolaj Vîllûmsen derbarê çekên kîmyewî yên ku dewleta Tirk bi kar tîne, pirsnameyek pêşkêş kir.
Vîllûmsen xwe spart rapora bi navê ‘Gelo Tirkiye Peymannameya Çekên Kîmyewî bin pê dike’ ya ku Rêxistina Bijîşkên Li Dijî Şerê Atomê amade kiribû û bal kişand ser vî tiştî ku rayedarekî payebilind ê Tirkiyeyê qebûl kiriye ku çekên kîmyewî bi kar anîne.
Vîllûmsen ev pirs li Konseyê kir:
-Ji bo lêkolîna îddîayan wê kîngê were xwestin ku bila Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî bi awayekî fermî mîsyona xwe bi kar bîne?
-Heke welatekî ku serî li YE daye çekên kîmyewî bi kar bîne, wê encamên vî tiştî çi be?
-Gelo YE diyar kiriye ku di hinek şertan de dibe ku çekên kîmyewî were bikaranîn. Heke hebe, ev kîjan şert in?