Serokwezîra Damîmarkayê cara ewil bi awayekî fermî ji koloniya xwe ya berê lêborîn xwest.
Tê ragihandin ku di navbera salên 1966 û 1970’î de herî kêm 4.500 jinên Înuît bi vê kiryarê re rû bi rû mane û hin ji wan jî 12 salî bûne. Tê texmînkirin ku kiryara berbehs heya destpêka salên 1990’î berdewam kiriye.
Frederiksen got: ‘’Em nikarin rabirdûyê biguherînin lê belê em dikarin berpirsiyariyê bigirin. Ez li ser navê Danîmarkayê lêborînê dixwazim.’’
KOMKUJIYA ÇANDÎ
Kiryar ji ber kêmkirina rêjeya zayîna zêde ya li Gronlandê û kêmkirina mesrefên dewletê hatibû kirin. Rayedarên Gronlandî vê polîtîkayê weke ‘’komkujiya çandî’’ pênase dikin.
Di Adara 2024’an de 143 jinan doz li dewletê vekiribûn û daxwaza tezmînata 43 milyon kronê Danîmarkayê (nêzîkî 5 milyon euro) kiribûn.
Her wiha daxuyaniya lêborînê dema ku îdîayên DYE’yê yên têkildarî bandora li Gronlandê de di rojevê de bû, hate kirin. Li gorî çapemeniya Danîmarkayê, kesên nêzîkî Washingtonê çûne Gronlandê û hewl dane meylên li dijî Danîmarkayê pêşkarî bikin.