Dagirkeriya Tirk li Parîsê hate protestokirin
Bi pêşengtiya TCŞ’ê û TEKO-JIN’ê li bonliyoya Vîllîers Le Bel a Parîsê ciwanên kom bûn, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dagirkeriyê ya Tirk protesto kirin.
Bi pêşengtiya TCŞ’ê û TEKO-JIN’ê li bonliyoya Vîllîers Le Bel a Parîsê ciwanên kom bûn, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dagirkeriyê ya Tirk protesto kirin.
Li paytexta Fransa Parîsê tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hate protestokirin. Ciwanên bi pêşengtiya TCŞ’ê û TEKO-JIN’ê li bonliyoya Vîllîers Le Bel a Parîsê hatin ba hev, bi meşaleyan meşek lidar xistin.
Di meşê de bê navber dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Bijî Berxwedana Gerîla’ qîrkirin, heta pêşiya Navenda Civaka Kurd çûn. Li vir piştî deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan, dawî li çalakiya xwe anîn.