Dagirkeriya Tirk li Berlînê hate protestokirin

Şaxa PYD’ê ya li Berlînê dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrîn û gefên wê bi çalakiyekê li Berlînê protestokirin.

Li qada Kurfurstendamm a paytexta Elmanya Berlînê bi armanca protestokirina dagirkeriya Tirk konek hate vedan.

Konê ku 1’ê Tebaxê hate vedan wê heta 5’ê Tebaxê her roj saet navbera 13:00-19’an bidome.

Di çalakiyê de belavokên li dijî dagirkeriyê hatin parvekirin û banga hestyariyê hate kirin.

Nûnerê PYD’ê Suleyman Hêvî yê di roja yekem a çalakiyê de axivî, gefên dagirkeriya dewleta Tirk û hedefkirina sivîlan şermezar kir.