KOMAW’ê şehîd Riza Altûn bi bîr anî
KOMAW’ê yek ji pêşengê PKK’ê şehîd Riza Altûn bi bîr anî û gelê Kurd û dostên wan vexwend ku beşdarî çalakiyên bîranînê bibin û banga xwedîderketina têkoşîna azadiyê kir.
KOMAW’ê yek ji pêşengê PKK’ê şehîd Riza Altûn bi bîr anî û gelê Kurd û dostên wan vexwend ku beşdarî çalakiyên bîranînê bibin û banga xwedîderketina têkoşîna azadiyê kir.
Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) di salvegera şehadeta Riza Altûn de, ku di têkoşîna azadiya gelê Kurd de roleke girîng lîst, bi hurmet bi bîr anî.
Di daxuyaniya KOMAW’ê de hate gotin ku Riza Altûn jiyana xwe ji bo azadî, wekhevî û pêşerojeke bi rûmet a gel bexşandî ye. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Têkoşîna wî ne tenê helwesta wî ya kesane, lê belê nirxên hevpar ên gelê me, vîna berxwedanê û îdeala azadiyê temsîl dikir. Wêrekî, ked û fedakariya wî îro rê nîşanî me dide.
Berdêlên mezin ên ji bo pêşerojeke azad û demokratîk a gelê me hatine dayîn û ev yek erk û berpirsyariyê dide ser milê me.
Em bang li hemû gel û dostên xwe dikin ku di salvegera şehadeta Riza Altûn de beşdarî çalakiyên bîranînê bibin, xwedî litêkoşînê derkevin û keda di rêya azadiyê de hatiye dayîn mezin bikin."