Konfederasyona Civakên Kurdistanî yên Elmanyayê (KON-MED) di daxuyaniyeke nivîskî de wiha got: “Têkoşîna azadî û aştiyê ya gelê Kurd, bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk-siyasî ya pirsgirêka Kurd didome. Kampanyaya navneteweyî ya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ ku di 10’ê Cotmeha 2023’an de li Strasburgê li ser asta cîhanê dest pê kir, îro salvegera xwe ya duyemîn diqedîne.”
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di van her du salan de li çar aliyên cîhanê bi hezaran çalakî, civînên çapemeniyê, semîner û mîtîng hatin lidarxistin. Ji hunermendan bigire heya nivîskaran, ji akademîsyenan bigire heya siyasetmedaran, ji sendîkayan bigire heya rêxistinên jinan, hemû beşên civakê bûn parçeyek ji vê kampanyayê û ji bo azadiya Abdullah Ocalan û aştiya gelan dengê xwe bilind kirin.”
Daxuyanî wiha berdewam kir: “Abdullah Ocalan, tevî şert û mercên giran ên tecrîdê û êşkenceyê, baweriya xwe bi jiyana hevpar a aştiyane winda nekiriye û parastina azadiya jinê, biratiya gelan û vîzyona civakeke demokratîk berdewam kiriye. Îro ev vîzyon ne tenê ji bo gelê Kurd, lê belê ji bo hemû mirovahiyê ronahiyeke hêviyê ye. Em weke KON-MED careke din destnîşan dikin: Pirsgirêka Kurd bi rêbazên leşkerî nayê çareserkirin; ji bo çareseriyeke demokratîk û aştiyeke mayînde, azadiya Abdullah Ocalan şert e. Çawa ku Nelson Mandela jî gotiye, tenê mirovên azad dikarin danûstandinan bikin; girtî nikarin peymanan çêbikin. Konseya Ewropayê di serî de, saziyên navneteweyî divê li hemberî tecrîdê berpirsyariyên xwe bi cih bînin, bêdengiya xwe bişkînin û vê berpirsyariya dîrokî bigirin ser milên xwe.
Di salvegera duyemîn a kampanyayê de, di 10’ê Cotmeha 2025’an de, em ê li gelek navendên Elmanyayê bi gelê xwe û dostên xwe re li qadan bin. Li Munîh, Stuttgart, Frankfurt, Koln, Hamburg, Hannover û Berlînê bi daxuyaniyên çapemeniyê û çalakiyên cihêreng, em ê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan û hêviya aştiyê ya gelan bi dengekî bilind bînin ziman. Bi van çalakiyan, em ê careke din biryardariya xwe ya ji bo mezinkirina têkoşîna azadiya Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk nîşan bidin.”