Walder: Gelo Swîsre wê di pêvajoya aştiyê de rola xwe bilîze?
Rewşa ku Rêber Apo tê de ye û pêvajoya ku ew pêşengiyê dike, ket rojeva Parlamentoya Swîsreyê. Parlamenter Nicolas Walder bang li Swîsreyê kir ku ji bo azadiya Rêber Apo rolê bilîze.
Rewşa ku Rêber Apo tê de ye û pêvajoya ku ew pêşengiyê dike, ket rojeva Parlamentoya Swîsreyê. Parlamenter Nicolas Walder bang li Swîsreyê kir ku ji bo azadiya Rêber Apo rolê bilîze.
Pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” ku Rêber Apo pêşengiyê dike, li qada navneteweyî deng vedide û piştgiriyê dibîne. Parlamenterê Federal a Partiya Keskan a Swîsreyê û Endamê Komîsyona Têkiliyên Derve Nicolas Walder, ji bo balkişandina li ser pêvajoya di navbera dewleta Tirk û Tevgera Azadiya Kurd de û şertên îzolasyona Rêber Apo, pêşniyazname da Parlamentoya Swîsreyê.
Di pêşniyaznameya bi sernavê “Pêvajoya aştiyê ya PKK’ê li Tirkiyê: Piştgiriya Swîsreyê çi ye?" Parlamenter Walder nêzîkatiya Swîsreyê ya li hember pêvajoyê pirsî û bang kir ku divê Swîsre di mijara azadiya Rêber Apo de rol bigire.
Parlamenter Walder biryarên ku PKK di Kongreya xwe ya 12’an de girtine, ku di nav de jî fesixkirin heye, wekî gavek dîrokî binav kir. Walder bi bîr xist ku di meha Tebaxê de, di Meclîsa Tirkiyê de komîsyonek hate damezrandin ku ji bo amadekirina çarçoveya zagonî ya pêvajoya aştîyê berpirsyar e.
Walder di pêşniyaznameya ku pêşkêş kir de, ji Konseya Federal ev pirs kir: “Konseya Federal, di bersiva xwe ya li hember pêşniyaznameya ku di meha Adarê de Parlamenter Fabian Molina pêşkêş kiribû de, ragihandibû ku Swîsre amadeye ku di navbera aliyan de navbeynîtiyê bike. Li gor vê yekê, yek ji aliyan re têkilî hate danîn?
Swîsre ji bo başkirina şertên girtîgehê yên Abdullah Ocalan ku damezrînerê PKK’ê ye, hewldanên xwe didomîne?