TCŞ û TekoJIN: Divê hemû ciwan pêşengiya meşa 17’ê Sibatê bikin

TCŞ û TekoJIN'ê wiha bang li hemê ciwanan kir: "Divê hemû ciwan di meşa 17'ê Sibatê ya Kolnê de bibin pêşeng. Gaveke din nêzî Rêber Apo bin û bibin dengê wî."

TCŞ û TekoJIN der barê meşa 17’ê Sibatê ya li bajarê Koln ê Elmanyayê bê lidarxistin daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de bal kişandin ser tecrîda li Îmraliyê, bêdengiya CPT û saziyên navneteweyî û got, "Berxwedana bêhempa û ramanên Rêber Apo yên li zindana Îmraliyê, bi hezaran caran îspat kiriye ku ew Rêberê gelan e û fikrên wî ji bo hemû mirovahiyê ye. Dijmin ji ber ku vê rastiyê dizane zextên xwe didomîne."

‘DIVÊ EM PÊŞENGIYÊ BIKIN’

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hatin parvekirin:

"Rêbertî ji ciwanan re dibêje 'Erk û berpirsiyariya ciwanan heye ku çanda demokrasiyê bigihînin girseyan. Ji ber vê yekê divê pêşengê şîara 'Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ ciwan bi xwe bin. Di karê veguhestinê de aktorên sereke divê ciwan bin. Dînamîzma ciwanan, motîvasyona wan a gihandina girseyan û çareseriya wan. Armanc ew e ku vê potansiyela heyî bigihînin cihê sereke, ango Îmraliyê! Divê ciwanên Kurd ên welatparêz bi Rêber Apo re bigihêjin hev û di encamê de azadiya fîzîkî bi dest bixin û vê yekê jî ji insafa saziyan re nehêlin.” 

Pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo girêdayî bi taybetî jî ciwanan, gelê Kurd ê welatparêz û bersivdayîna geşedanên siyasî ye. Divê ciwan bi hemû hêza xwe ji bo meşa ku wê di 17'ê Sibatê de li bajarê Koln ê Elmanyayê bi şîara "Ji Rêber Apo re azadî, Ji pirsgirêka Kurd çareseriya siyasî" bê lidarxistin ku bi sed hezaran kes tê de cih digirin, rola pêşengiyê bilîzin. Li Elmanyayê ku yek ji netew-dewletên pêşeng ên modernîteya kapîtalîst e, komkirina girseyeke bi vî rengî û seferberkirina raya giştî dîrokî ye. Gaveke din nêzî Rêber Apo bin û bibin dengê wî! Di vê wateyê de em weke Rêxistina Ciwanên Ewropayê (TCŞ) diyar dikin ku heta em tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo bişkînin û hemû komplogeran ji holê rakin em ê li qadan bin.”