Li Freîbûrgê êrîşên dewleta Tirk hate şermezarkirin
Li bajarê Freîbûrgê yê Elmanyayê gelek kes li hev civiyan û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava şermezar kirin.
Li bajarê Freîbûrgê yê Elmanyayê gelek kes li hev civiyan û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava şermezar kirin.
Di çalakiya ku ji aliyê Meclîsa Gel a Freîbûrgê û Meclîsa Jinê ya li Synagogplatzê hate lidarxistin de êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin.
Çalakî bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê destpê kir. Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û hate destnîşankirin ku Rojava di têkoşîna şoreşgerî de ne bi tenê ye. Çalakî bi berzkirina dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Dîktator, kujer Erdogan" û "Elmanya terorîstan fînanse dike" bi dawî bû.