Li Swêdê gerîlayên şehîd hatin bibîranîn 

Li bajarê Vasterasê yê Swêdê 5 gerîlayên di meha dawî de şehîd bûbûn, bi merasîmekê hatin bîranîn.

Şehîdên kurdistanê Orhan Elma (Rodî Nalîn), Yunus Uras (Herekol Hezex), Abdulmutalîp Dogrucu (Cesur Vedat Welat), Faîl Aydin (Rênas Raperîn) û Erdînç Bolcal (Alî Xebat Botan) li bajarê Vasterasê hatin bîranîn.

Di çalakiyê de ji gelê Kurdistanê re sersaxî hate xwestin, xizm û hevrêyên gerîlayên şehîd axaftin kirin.

Li ser navê hevrêyên şehîdan Ozan Bakur axivî. Ozan Bakur diyar kir ku Têkoşîna Azadiya Kurdistanê dijminên gelê Kurd ên li çar parçeyan ber bi tunebûnê ve biriye û got ku çavkaniya hemû geşedanên îro derketine holê bi saya têkoşîna gerîlayên di xeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li ber xwe dane û şehîd ketine ye.

Bîranîn bi dirûşmên “Bijî gerîla, "Bijî Serok Apo" û "Şehîd Namirin" bi dawî bû.