Li Hambûrgê ji bo Jîna Emînî û li dijî qirkirina jinan mîtîng hate lidarxistin

Li Hambûrgê li ser banga Meclîsa Jinên Rojbîn ji bo bîranîna Jîna Emînî ya ku li Îranê hate qetilkirin û jinên bi tundiya dewletê ya mêran hatine qetilkirin, li qada Rathausê mîtîng hate lidarxistin.

Bi organîzasyona Meclîsa Jinên Kurd a Rojbîn ji bo Jîna Emînî û jinên bi tundiya dewlet-mêran hatine qetilkirin li Rathausê mîtîng hate lidarxistin. Wêneyên jinên hatine qetilkirin, biyografiyên wan hatin nîşandan û li dijî dewleta Îranê û rejîmên otorîter nerazîbûn hate nîşandan.

Mîtîng bimboneya 3’yemîn salvegera qetilkirina jina ciwan Jîna Emînî ya 22 salî ku di 16’ê Îlona 2022’yan de li Tehranê ji aliyê polîsên exlaqê ve hatibû qetilkirin, hate lidarxistin. Qetilkirina Jîna Emînî bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê bû sedema hêrseke mezin û li seranserê welat bi pêşengiya jinan serhildan destpê kirin.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî û Amnesty International, ji destpêka 2025’an ve li Îranê zêdetirî 841 kes hatine darvekirin. Aktîvîstên jin Pexşan Ezîzî, Werîşe Muradî û Şerîfe Mihemedî jî di nav lîsteya darvekirinê de ne. Pexşan Ezîzî ya li Girtîgeha Evînê tê girtin, zêdetirî saleke nahêlin bi malbat an jî parêzerê xwe re hevdîtinê bike.

Tevgera Jinên Kurd bang li jinên cîhanê kir ku li dijî cezayên darvekirinê yên dewleta Îranê tevlî protestoyan bibin û bi kampanyaya “Ji darvekirinê re na, ji jiyana azad re erê!” armanc dike ku cezayê darvekirinê bê rakirin.

Jinên ku di mîtîngê de axivîn, diyar kirin ku wê têkoşîna xwe ji bo Jîna Emînî û hemû jinên hatine qetilkirin bidomînin û gotin: “Bîranîna me ne dawî ye, sozek e. Soza ku em ê navê yekê jî ji bîr nekin. Û em ê deng û têkoşîna wan didomînin. Têkoşîna azadiya jinan yek e. Jîna bû sembolek, lê ew jineke Kurd a ciwan bû, wek me hemûyan. Em ê ji bo hemû jinên ku ji aliyê pergala dewlet-baviksalarî ve hatine qetilkirin qet nesekinin û têkoşînê bidomînin.”