BI DÎMEN

Cûma Tak: Şehîdên me pêşengên têkoşîna me ne

Siyasetmedar Cûma Tak diyar kir ku şehîdan rê li ber roja îro vekiriye û bal kişand ser girîngiya pêngava Rêber Apo ya ji bo Aştî û Civaka Demokratîk.

Li bajarê Strasbourg ê Fransayê bi boneya salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê merasîma bîranînê hat lidarxistin. Bîranîn li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Strasbourgê bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê Şehîdên Şoreşa Kurdistanê dest pê kir.

Di bîranînê de siyasetmedarê Kurd Cûma Tak axivî. Tak anî ziman ku di têkoşîna 52 salan de afirînerên herî mezin şehîd in û got ku ew ne tenê bîranîn in, lê pêşengên ku têkoşînê bi ruh û wateyê dagirtine.

Cûma Tak bal kişand bi ser Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmeha 1982’an ya li Girtîgeha Amedê û got: “Îradeya kesên wekî Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek ne tenê ji bo rabirdûyê, lê ji bo paşerojê jî ronî kiriye.” Tak gava behsa kêliyên şehadeta Hayrî Durmuş kir, li qada bîranên hestên kûr hatin jiyîn. Tak wiha got, “Lêvên wî qelîşîbûn. Dema ku destê xwe ber bi sûrahiyê avê dirêj kir, dijmin hat û av li erdê rijand. Lê wî wê gavê jî dev ji berxwedanê berneda.”

Tak destnîşan kir ku Rêber Apo 25 sal in dibin tecrîda mutlakta tê ragirtin, li gel vê jî bandorê li rojeva siyasetê dike û got: “Têkiliya Rêber Apo bi gel, gerîla û şehîdan re bi ti awayî nayê qutkirin.”

Cûma Tak anî ziman ku di qonaxa têkoşînê ya hatî de fedakariyên şehîdan hîna jî rê nîşan dike û wiha got: “PKK ne tenê avaniyek e. Tevgera gel e ku li ser bîranîn û têkoşîna şehîdan hatiye avakirin. Partiya me ne tenê ji sê tîpan pêk tê, kî dikare tevgerekî ku 40 hezar şehîdên wê hene fesix bike? Ev partî ji bo me wekî konê oksîjenê ye.”

Cuma Tak bal kişand ser peyama vîdyoyî ya Rêber Apo ku di 9’ê Tîrmehê de hate weşandin û diyar kir ku ev peyam, piştî 26 salan, bangeke girîng e. Tak wiha got: “Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo ne tenê slogana ye, ev armanca bingehîn a vî gelî û têkoşînê ye. Têgeha entegrasyona erênî ya di vê bangê de, li şûna nakokî û perçebûnên rabirdûyê, îradeya jiyana bi hev re li ser bingeha wekhevî, azadî û demokrasiyê îfade dike.”

Tak bal kişand bi ser peyama bi dîmen a Rêber Apo ya 9’ê Tîrmehê û wiha bi dawî kir: “Ev bang piştî 26 salan peyamek girîng e. Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo ne tenê dirûşmeyek e. Ev armanc û bingehê têkoşîna gel e. Têgeha entegrasyona pozîtîf a di vê bangê de, ne li ser nakokî û dubendiyên rabirdûyê, lê li ser bingeha wekhevî, azadî û demokrasiyê îradeya jiyana bi hev re îfade dike.”