Cotkarên Portekîzî jî rabûn ser xwe

Cotkarên Portekîzî jî tevlî hempîşeyên xwe yên Ewropî bûn û xwestin "qîmet ji karê wan re bê dayin'. Bi vê armancê sibeha Pêncşemê du deriyên sînor ên bi Spanyayê di nav de gelek rê girtin.

Du rêyên li Elvasê û Vîlar Formoso yên nêzî sînorê Spanyayê li trafîkê hatin girtin.

Jendermeyên Portekîzê ragihandin ku li herêma Santarem a li navendê li nêzê Chamûsca û Golegayê blokaj heye.

Çalakî bi banga 'Tevgera Sivîl a Cotkaran a li Portekîzê" roja Çarşemê hate destpêkirin.