Ciwanên NRW, Parîs û Rojhilatî bang kirin: Ji bo jiyaneke azad tu jî tevlî Meşa Dirêj bibe

Ciwanên Kurdistanê ji bajarên cuda ên Ewropayê banga tevlîbûnê ji bo Çalakiya Meşa Dirêj ku di navbera 9-13’ê Îlonê de li Kolnê were lidarxistin, kirin.

Ciwanên Kurdistanê ji bajarên cuda ên Ewropayê ji bo Meşa Dirêj ku di navbera 9-13’ê Îlonê de li eyaleta Bakurê Ren-Vestfalya (NRW) a Elmanyayê ber bi Dortmundê ve ku 33’emîn Mihrîcana Çandê ya Navneteweyî lê were lidarxistin pêk were, dengê xwe bilind dikin. Ciwanên ku li Duisburg, Parîs û Frankfurtê li hev civiyan, ji bo jiyana azad ku wê bi pêşengiya jinan were avakirin, banga tevlîbûna meşê kirin. Ciwanan destnîşankirin ku divê xwedî li çalakiya ku wê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo were lidarxistin, were derketin û ev peyam dan, “Ji bo jiyaneke azad tu jî tevlî Meşa Dirêj bibe.”
 
JI CIWANÊN NRW’Ê BANGA TÎYATRAL
 
 Ciwanên NRW’ê ji bo Meşa Dirêj ku wê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo li Elmanyayê were lidarxistin, bang kirin. Ciwanên ku li Duisburgê li hev civiyan, bi vîdyoyekî tîyatral bang li hemû Kurdistaniyan kirin.
 
 
Di vîdeoya bangewaziyê de ciwanan gotin, “Hemû tarîtiyên di hişê xwe da li aliyekî bihêle û ber bi azadiyê va bimeşe” û destnîşankirin ku meş bi pêşengiya jin û ciwanan pêk  were.
 
LI PARÎSÊ BANGA JIYANA AZAD
 
Ciwanên Kurd beriya Çalakiya Meşa Dirêj li welatên cuda ên li Ewropayê xebatên xwe bênavber didomînin.

Bangên hunermend, nivîskar, werzîşvan û ciwanan ji bo xwedîderketina çalakiyê dewam dikin. Ciwanan her roj li gelek welatên cuda ên Ewropayê bangên xwe nû dikin û balê dikşînin ser girîngiya çalakiya ku wê were lidarxistin. Ciwanên Kurdistanê yên ku li paytexta Fransa Parîsê li hev civiyan, ji bo tevlîbûna li Çalakiya Meşa Dirêj ji hesabên xwe yên medya dijîtal bangekî bi dîmen weşandin.

Ciwanan di vîdyoya bangê de bal kişandin ser meşa ku wê bi pêşengiya jin û ciwanan were lidarxistin û wiha gotin, “Ji bo jiyaneke azad, komînal, civakekî demokratîk, jiyana hevpar û azad a hemû civakê û ji bo Kurdistana azad û Rêbertiya azad tu jî tevlî Meşa Dirêj bibe.

Bang bi dirûşmeyan bi dawî bû.
 
CIWANÊN ROJHILATÊ KURDISTANÊ BANG KIRIN
 
 Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê ji bajarê Frankfurt ê Elmanyayê banga tevlîbûna Çalakiya Meşa Dirêj kirin ku ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo were lidarxistin.
 Ciwanan di banga xwe de polîtîkayên darvekirinê yên rejîma Îranê şermezar kirin û destnîşankirin ku paradîgmaya Rêber Apo dikare çareserî ji her kaos û krîza di cîhanê de bibîne.
 
Ciwanan banga xwe bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî kirin.
 
 BERNAMEYA MEŞÊ
 
09.09.2025 – Koln (Hevdîtin)
10.09.2025 – Koln (Roja 1’emîn )
11.09.2025 – Düsseldorf (Roja 2’emîn)
12.09.2025 – Dortmund (Roja 3’emîn)
13.09.2025 – Dortmund (Mihrîcana Çandê ya Kurdistanê)
 
Ji bo serlêdan û agahiyê
 
Mail: [email protected]
WhatsApp: +33647925314
Telegram: @mesadirej2025