Ciwanên Kurd li Londrayê ji bo 4’ê Nîsanê çalakî lidarxistin
Tevgera Ciwanên Kurd TekoJIN û TCŞ’ê li paytexta Îngîltere Londrayê çalakiya 4’ê Nîsanê li dar xistin.
Tevgera Ciwanên Kurd TekoJIN û TCŞ’ê li paytexta Îngîltere Londrayê çalakiya 4’ê Nîsanê li dar xistin.
Bi wesîleya 73. rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya TekoJIN û TCŞ'ê ve çalakiyek hate lidarxistin.
Di çalakiya ku endamên Meclîsa Jinên Kurd a Îngilîstanê jî amade bûn de govend hatin gerandin û dirûşmeyên azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin berzkirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Rojbûna Rêber Apo, rojbûna gelê Kurd e lewra jidayikbûna pêşeroja gelê Kurd ciwanên Kurd e.”