Ciwanên Kurd li Berlînê li dijî tecrîdê rabûn

Ciwanên TCŞ û TEKO-JIN li paytexta Elmanya Berlînê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek kirin.

Ciwanên TCŞ û TEKO-JIN ên li Nettelbeckplatzê hatin ba hev, kon danî. Ciwanên enternasyonalîst û endamên Nav-Berlîn jî tevlî çalakiyê bûn.

Çalakiya bi rêzgirtinê destpêkir, pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên bi Elmanî hatibûn wergerîn hatin danîn. Dîsa belavokên têkildarî tecrîda li ser Ocalan û bruşorên Netewa Demokratîk a Abdullah Ocalan hatin xwendin.

Li ser navê HBDH’ê jî axaftin hatin kirin û hate gotin ku ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibin, divê bikevin tevgerê.

Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.