Ciwanên komunîst ên Swîsreyî bertek nîşanê êrîşên kîmyewî dan

Ciwanên komunîst ên Swîsreyî, bi weşandina dîmenekê, peyama piştevaniya bi gelê Kurd re li dijî sûcên şer ên dewleta Tirk, dan.

Endamên Partiya Ciwanên Komunîst a girêdayî Partiya Karkeran a Swîsreyê (PDA-POP), bi weşandina dîmenekê, bertek nîşanê êrîşa bi çekên kîmyewî û gaza bi jehrî ya dewleta Tirk a li dijî gerîlayên Kurdistanê dan.

Di dîmen de ev tişt hatin diyarkirin:

“Em ciwanên komunîst û sosyalîst ên Swîsreyî, êrîşên dewleta Tirk ên bi faşîstî û kapîtalîstî yên li dijî Kurdistanê şermezar dikin. Bi hincetên cur bi cur, rejîma faşîst a Erdogan bi çekên herî modern êrîşê gerîlayên azadiyê û Kurdan dike. Êv êrîşên ji aliyê NATO’yê ve tên fînansekirin, li gor Peymana Cenevreyê bi eşkerehî wek sûc tên dîtin. Em Ciwanên Komunîst ên Swîsreyê, van êrîşan şermezar dikin. Silavan li hemû karkeren li cîhanê dikin. Bi taybetî jî li yên rasterast ya jî nerasterast rû bi rûyê êrîşên rejîma Erdogan dibin. Bijî piştevaniya bi şoreşgerî! Lewre, piştevanî çeka me ya herî giring e.“