Ciwanên enternasyonalîst Komploya 9’ê Cotmehê şermezar kirin

Bi pêşengtiya ciwanên enternasyonalîst li bajarê Antwerpen a Belçîka ji bo şermezarkirina komploya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêber Apo mitîngek hat lidarxistin.

Ciwanên enternasyonalîst û komeke Kurdistanî ku danê nîvro saet 13:30'an li meydana Operaplein a li navenda bajêr kom bûn. Girseyê wêneyên Rêber Apo rakirin û bi dirûşmeyan banga azadiya Rêber Apo kirin.

 Beşdarvanan gotin: “Em di pêvajoya pêkanîna aştî û avakirina civaka demokratîk de ne, ev yek bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo digihîje armanca xwe. Em çalakvanên Belçîkî û Çekya komploya 9’ê Cotmehê şermezar dikin û banga azadiya Rêber Apo dikin. Aştiya bi Serok Apo re dikare pirsgirêkên li Rojhilata Navîn jî çareser bike. Em bang li Ewropa jî dikin ku ji vê pêvajoya girîng re bêdeng nemînin. Ev bû 27 sal ku Rêber Apo girtî ye. Heya cîhan hebe, wê fikir û ramanên Serok jî wê her hebe. Mafê Kurdan heye ku Serokê xwe di nava xwe de bibîne.”

Piştî axaftinan çalakî bi dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo”, “Azadî ji bo Ocalan, azadî ji bo Kurdistan” bi dawî bû.