Ciwanan li ber avahiya ZDF‘ê çalakî li dar xist
Ciwan bi pêşengiya TêkoJIN’ê li ber qenala dewletê ya Elman ZDF’ê hatin ba hev û bal kişandin li ser bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta Tirk li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê.
Ciwan bi pêşengiya TêkoJIN’ê li ber qenala dewletê ya Elman ZDF’ê hatin ba hev û bal kişandin li ser bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta Tirk li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê.
Ciwanên enternasyonalîst û Kurd li paytexta Elmanya Berlînê ji bo protestokirina êrîşên bi çekên kîmyewî yên ku dewleta Tirk ev 6 meh in li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Gerîlayên Azadiya Kurd pêk tîne, çalakiya bêîtatiya sivîl li dar xistin.
Çalakî bi pêşengiya Tevgera Jinên Ciwan ên Têkoşer (TêkoJIN) hat lidarxistin. Di çalakiyê de bêdengiya dewleta Elman û televîzyonên wan a li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî, hat protestokirin.
Çalakgeran raporek ku têkildarî êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk amade kirin, radestî qenalê kirin.
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî berxwedana gerîla” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.