Ciwanan li ber avahiya NDR’ê êrîşên bi çekên kîmyewî protesto kirin

Li bajarê Hannoverê bi pêşengiya TCŞ û TêkoJIN’ê ciwanan li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk a dagirker, li ber avahiya kanala radyo-televîzyonê ya NDR’ê çalakiya bêîtatiya sivîl li dar xist.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TêkoJIN), li ber avahiya kenala radyo-televîzyonê ya NDR’ê (Norddeûstscher Rûndfûnk) ya li bajarê Hannover ê Elmanyayê, çalakiya bêîtatiya sivîl li dar xistin.

Ciwanan xwest ku NDR têkildarê êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk hestyar be û dosyeya têkildarê mijarê radestî rayedarên NDR’ê kirin. Çalakî nêzîkê nîv saet dewam kir. Rayedarên NDR‘ê soz dan ku ew ê bi mijarê re mijûl bibin û çalakî bi dawî bû.