Ciwan li Stûttgartê ji bo azadiya Abdullah Ocalan daketin qadan

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) doh êvarê li Stûttgartê li hev kom bûn û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîtîngek lidar xistin.

Endamên Meclîsa Ciwanan a Stûttgartê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîtîngek lidar xistin.

Ciwanan pankarta bi nivîsa "Dibe ku bi fîzîkî ez azad nînim lê belê îdeolojiya min mîna kevokekê azad e" hildan ku gotina Abdullah Ocalan e.

Piştre daxuyaniyek hate dayin, hate bibîrxistin ku zêdeyî 2 sal in agahî ji Abdullah Ocalan nayê wergirtin, ew êdî nikarin xwe li vê rewşê rabigirin.

Ciwanan bang li Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) kirin ku bi rengekî bêalî tevbigere û demek beriya demekê têkildarî sîstema Îmraliyê wezîfeya xwe bi cih bîne.

Piştî daxuyaniyê dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.

Çalakî piştî daxuyaniyê qediya.