Civîna gel a li Parîsê: Hêviya aştiya bi rûmet dewam dike

Siyasetmedar Îdrîs Baluken ku di civîna gel a li banliyoya Villeneuve Saint Georgesa Parîsê de axivî diyar kir ku pêvajoiya Aştî û Civaka Demokratîk di civakê de hêviyek mezin afirandiye û got, “Dewleta Tirk di vê mijarê de gavên ku dikeve ser wî neavêt."

Li banliyoya Villeneuve Saint Georges a paytexta Fransa Parîsê, bi tevlîbûna Endamê Şandeya Îmraliyê yê berê Îdrîs Baluken civîna gel hate lidarxistin. Hevserokên Federasyona Bakurê Fransayê Azad Dogan û Fevziye Erdemircî, Hevserokê Civaka Îslamiya Kurdistan (CÎK) Mele Şevket Çakir û gelek Kurdistanî tevlî civînê bûn.

Baluken di destpêka axaftina xwe ya civînê de komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê û komkujiya 10’ê Cotmehê ya Gar şermezar kir. Baluken nirxandin li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kir û diyar kir ku bi pêvajoya ku Rêber Apo dayî destpêkirin re hêviya aştiya bi rûmet a gel çêbûye, lê dewleta Tirk gavên pêwîst navêje.

Baluken destnîşan kir ku gelê Kurd muxatabek ya pêvajoya civaka demokratîk e û wiha got: “Divê her kes ji bo pêşveçûna pêvajoyê berpirsyariya ku dikeve ser milên xwe pêk bîne.”

Civîn piştî nirxandinên beşdaran û beşa pirs-bersiv bi dawî bû.

Her wiha banga tevlîbûnê ji bo meşa şermezarkirina komploya navneteweyî ku 11’ê Cotmehê di saet 14:00’an de li Qada Republique ya Parîsê bê lidarxistin, hat kirin.