BI DÎMEN

Civîna gel a Hamburgê: Divê ji bo biserxistina pêvajoyê têbikoşin

Dr. Îdrîs Baluken di civîna gel a Hamurgê de got, “Em li ku derê bin jî divê ji bo ku ev pêvajo bi aştiyê bi encam bibe têbikoşin.” Cansu Ozdemîr jî çavdêriyên xwe yên derbarê merasîma gerîla ya dîrokî parvekir û got, “Em bawerî bi mîmarê pêvajoyê tînin."

Li bajarê Hamburg ê Elmanyayê bi tevlîbûna siyasetmedar Îdrîs Baluken û Cansu Ozdemîr civîna gel hate lidarxistin.

Dr. Îdrîs Baluken pêvajoya heyî nirxand û diyar kir ku Girava Îmraliyê di demeke nêz de bibe sembola aştî, demokrasî û xwişk-biratiyê û wiha got: “Em li ku derê bin jî divê ji bo ku ev pêvajo bi aştiyê bi encam bibe û destê Birêz Ocalan xurt bibe, têbikoşin.”

Baluken Şehîdên Azadiya Kurdistanê û Endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder ku di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest da, bi bîr anî û destnîşan kir ku pêvajoya aştiyê bi hêsanî nehatiye.

‘GELÊ KURD ÇOK NETEWAND, SERÎ NETEWAND’

Baluken wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelê Kurdistanê tevî polîtîkayên înkarê yên sed salî jî tu car çok netewand. Eger em îro qala aştî û azadiyê dikin, ev bi saya şehîdên me û Birêz Ocalan e ku emrê xwe fedayî gelê xwe kiriye. Dema ku erdnîgarî ji nû ve şekil dibe, em jî dixwazin bi nasname û rûmeta xwe bijîn. Divê banga Ocalan wiha were nirxandin.”

Baluken destnîşan kir ku divê dewlet jî gavê biavêje û diyar kir ku berdana çekan wê tenê ne bes be, divê cudahî ne wekî gef, lê wekî dewlemendiyê were dîtin.

Baluken wiha got: “Aştiyê aliyên şer dikin. Sedema ew qas dirêjbûna vî şerê ew e ku Birêz Ocalan 30 sal in muhatap nayê girtin. Maseya muzakereyê bi têkoşîna we hat avakirin. Ev têkoşîn wê dewam bike û bi aştiyê çareser bibe.”      

‘KURD BÛN YEK RUH’

Parlamentera Partiya Çep a Meclîsa Federal Cansu Ozdemîr jî di civînê de mafê axaftinê girt û çavdêriyên xwe yên derbarê merasîma şewitandina çekan a koma gerîlayan a bi pêşengiya Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat, bi beşdaran re parve kir.

Cansu Ozdemîr wiha got: “Min silavên gelê li Mexmûrê anî. Beriya merasîma şewitandina çekan endîşeyek cidî ya ewlehiyê hebû. Herî kêm 15-20 ajanên MÎT’ê hebûn. Lê tevî hemû dibetiya provakasyonê jî gelê Kurd bi hêviyekî mezin li wê derê bû.”

Cansu Ozdemîr destnîşan kir ku Dayikên Aştiyê di merasîmê de kêliyên bi hestiyar jiyan kirine û bi van axaftinan bal kişand ser asta ku Tevgera Azadiya Kurd hatiye û wiha got: “Gerîlayên jin ên ku bi pêşengiya Besê Hozat derketin ser dîkê, nîşanî hemû cîhanê kirin ku Jin, Jiyan, Azadî ne tenê dirûşmeyek e. Min vê kêliya dîrokî bi nûnertiya ve jiyan kir.”

‘BAWERIYA ME BI GEL Û OCALAN TÊ’

Cansu Ozdemîr qala koma xebeta hevpar li meclîsa Elmanyayê û xebatên civaka sivîl ên li bajarên din kir û wiha bersiva pirsa “Hûn bawerî bi Erdogan tînin?” a rojnamevanekî da, “Mîmarê vê pêvajoyê Birêz Ocalan e. Em bawerî bi gel û Ocalan tînin.”