Cenazeyê dosta Kurdan Beate Ergun hat veşartin

Cenazeyê dosta Kurdan Beate Ergunê ku ji ber ûrê di mêjî de 17’ê Hezîranê jiyana xwe ji dest da, li Goristana Huls a li Aachenê bi merasîmekê hat veşartin.

Cenazeyê dosta Kurdan Beate Ergunê ku ji ber ûrê di mêjî de 17’ê Hezîranê jiyana xwe ji dest da, li Goristana Huls a li Aachenê bi merasîmekê hat veşartin. Malbata Ergunê, xizm û dostên malbatê û bi sedan Kurdistanî tev li meresimê bûn.

Darbesta cenazeyê Ergunê bi alên kesk û sor û zer û kulîlkan hat xemilandin

Piştî rêzgirtinê, malbat û hevalên Ergunê ku axivîn, behsa jiyana Beat Ergunê, eleqeya wê ya ji bo têkoşînê û xebat û bibîranînên wê hat kirin.

Gava veşartina cenazeyê Beate Ergunê, dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” hat berzkirin.