Konseya Demokratîk a Kurd a Swîsreyê (CDK-S) û Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) bi wesîleya salvegera 102’yan a Peymana Lozanê, daxuyanî dan.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bi peymana ku 24’ê Tîrmeha 1923’yan hatî îmzekirin, îradeya gelê Kurd tune hatiye hesibandin û erdnîgariya Kurd bi çar parçeyan hatiye cudakirin.
Di daxuyaniya hevpar de hate diyarkirin ku polîtîkayên înkar, asîmîlasyon û qirkirinê li ser gelê Kurd hatin zêdekirin û hate bilêvkirin ku Lozan di bîra kolektif a gelê Kurd de birînên kûr vekiriye.
Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin, “Weke CDK-S û YJK-S em di sala 102’yan a Peymana Lozanê de, ji bo yekîtiya gelê Kurd û mezinkirina îradeya azadiyê, bi berpirsyariyeke dîrokî car din dadikevin qadan. 26’ê Tîrmeha 2025’an roja Şemiyê em ê li bajarê Lozan ê Swîsreyê Meşa Lozanê ya Mezin lidar bixin û daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Em bang li gelê xwe dikin ku li dijî vê bêmafiya dîrokî dengê xwe bilind bikin û xwedî li siberoja xwe derbikevin.
Têkoşîna me ya azadiyê ya ku bi pêşengiya jinan û bi dînamîzma ciwanan mezin dibe, wê yekîtiya neteweyî pêk bîne û siberojek demokratîk ava bike. Êdî ji bo gelê Kurd dema yekîtî û azadiyê hatiye.”
Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hate kirin: “Di serî de jin û ciwan em bang li hemû gelê xwe û dostên xwe yên li Swîsreyê dikin ku tevlî meş û daxuyaniya me ya 26’ê Tîrmehê bibin û dengê me mezin bikin.
Em ê ji bo azadî û yekîtiya neteweyî ya gelê xwe, têkoşînê bilind bikin.”