CDK-S'ê konferansa xwe pêk anî

Civaka Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) konferana xwe duyan pêk anî û ji bo 'ji nû ve avakirinê' hin biryar hatin standin.

CDK-S ku ji 11 meclîs, 3 komûn û 7 pêkhateyan pêk tê konferansa xwe ya duyan li Baselê pêk anî.

Konferans bi çarçoweya pêngava 'dem dema azadiyê', bi esasgirtina azadya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oacalan pêk hat. 

Konferans bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê dest pê kir.

Li konferansê biryar hate standin ji bo ku demokasî û temsîliyeta jinê ya li ser hîmê paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xuyanî bibe, xebatên ji bo avakirina meclîsan û ji nû ve avakirinê bêne kirin.

Di konferansê de biryar hate standin ku rêxistiniya meclîsan dîsa bê kirin, li navendên civaka Kurd qursên Kurdî bêne dayîn, xebatên avakirina komunên aborî werin lezandin, komîsyona hiqûqê were avakirin, di hemû xebatan de Kurdî bibe zimanê esas û jiyanê, li her meclîsê meclîsa qada dijîtal were avakirin, organa çapmeniyê ya her meclîsê were danîn û li ser navê CDK-E rûpeleke înternetê were avakirin û Kongreya CDK-S'yê 6'ê Gulanê were kirin.