CDK-F û TJK-F: Em sibe dakevin qadan û çalakiyan bikin!

CDK-F û TJK-F'yê bang li Kurdistaniyên li Fransayê û dostên wan kir ku li dijî êrîşên kîmyewî sibe dakevin qadan û çalakiyan bikin.

CDK-F û TJK-F'yê li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku gazên kîmyewî yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê têne bikaranîn li dijî hebûn û mafê jiyanê yê gelê Kurd e û hate gotin, "Gelê Kurd wê li hemberî vê yekê teqez li ber xwe bide.

Di daxuyaniyê de bang li Kurdistaniyên li Fransayê û dostên wan hate kirin, 22'ê Cotmehê roja Şemiyê jiyanê rawestînin û çalakiyan lidar bixin.

CDK-F û TJK-F'yê diyar kir ku bêdengiya li hemberî êrişa bi çekên kîmyewî li heysiyet û rûmeta mirovahiyê nayê û bang li tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz, dostan, hêzên demokratîk û şoreşger kirin ku li qadan bin û li dijî sûcê şer ê dewleta Tirk a faşîst li ber xwe bidin.