Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) ji bo ramanwer, civaknas û fîlozofê navdar ê cîhanê Edgar Morin ku di 104 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da, peyamek nivîskî da. CDK-F’ê diyar kir ku Morin ne tenê ji bo Fransayê rewşenbîrekî girîng bû, ew ramwerekî ku rê nîşanî mirovahiyê da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Morin ji ber piştgiriya xwe ya ji bo têkoşîna azadiya gelê Kurd di nava Kurdan de cihekî taybet digire.
Di peyamê de wiha hat gotin:
“Edgar Morin yek ji wan rewşenbîrên ku bi zelalî rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di pêvajoya aştî û çareseriya demokratîk de dît. Wî fêm kir ku Birêz Ocalan ne tenê sembola gel e, di heman demê aktorê sereke yê avakirina çareseriya aştiyane û demokratîk a pêşeroja hevpar a gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn bû. Wî piştgirî da bangên ji bo rakirina tecrîda li Ocalan û bangên ji bo aştiyê parast.
Ji bo me bîranîna Edgar Morin di heman demê de tê wateya xwedîderketina li heqîqetên ku wî diparast.
Em wekî civaka Kurd a li Fransayê dijîn, tu carî dostaniya Morin, wêrekî û helwesta wî ya exlaqî ya li hember gelê Kurd ji bîr nekin.
Wekî Konseya Demokratîk a Kurd a Fransayê — CDK-F, em sersaxiyê ji malbat, xizm, dost, gelê Fransayê, derdorên rewşenbîrî yên cîhanê û hemû kesên ku xwdî li mîrateya wî ya rewşenbîrî derdikevin re dixwazin.
Gelê Kurd dostekî mezin winda kir û mirovahiyê wijdanekî mezin winda kir. Lêgerîna Edgar Morin a ji bo heqîqet, aştî û azadiyê wê di têkoşîna me de bijî. Em bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna Edgar Morin diqewînin.”