CÎK‘ê banga xwedîderketina li Êzidiyan kir

CÎK‘ê diyar kir ku dijiminên gelê Kurd û dagirker ne dibêjin cejn ne jî dibêjin rojên pîroz û banga xwedîderketinê li civaka Êzidiyan kir.

Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) bi daxuyaniyeke nivîskî banga xwedîderketinê li civaka Êzidiyan kir û wiha got: ‘’Dijminên Kurdan ne dibêjin cejn ne jî rojên pîroz. Roja cejinê li welatê me, me dikujin, komkujiyan dikin.’’

CÎK’ê bertek nîşanî êrîşan dan û got ku civaka Êzidî carek tên hedef girtin û wiha got: “Li Şengalê, gelê me yê Êzidî cardin rû bi rûyê fermanê bû. Rêvebirên dinyayê dengê xwe nakin. Durûtiya xwe careke din dubare dikin. Gelê me yê berxwedêr; divê em li Şengalê û Êzidiyan bibin xwedî. Fermana Êzidiyan fermana me Kurdan e. Rakirina ji holê ya Êzidiyan, rakirina ji holê ya neteweya Kurd e. Her Kurdê/a welatparêz, erka asas a mirovên oldar, bi tevahiya hêza xwe rabûna li hemberê vê komkujiyê ye.

Roj îro ye, sibehê dibe ku derengî be. Em hemû bi yek deng û bangê li ber Sedamên îroyîn rabin. Bibin xwedî li gelê xwe yê Şengalê.’’