Li bajarê Den Haagê yê Hollandayê, ji bo Riza Altûn ê damezrînerê PKK’ê û fermandara jin a pêşeng Emîne Erciyes merasîmeke bibîranînê hate lidarxistin. Di merasîmê de piştî rêzgirtinê, di axaftinan de demên hestiyar hatin jiyîn.
‘BI WAN SERÊ ME BILIND E’
Xwişka Riza Altûn, Zohre Altûn ruhê şoreşgerî yê koma Enqereyê û xalên girîng ên di jiyana Riza Altûn de bi hûrgilî vegot. Zohre Altûn, girîngiya veguhestina berxwedana hundir bo derve derbirîn kir û wiha got: “Riza di zindanê de berxwedêr, li çiyê şervan, li Ewropayê dîplomat bû; ew nemir in, bi wan serê me bilind e. Bi wan em bûn û bi ronahiya wan em ê şoreşê mezin bikin.”
Zohre Altûn diyar kir ku li Kurdistanê şoreşgerî ji têgihiştina Rêber Apo derbas dibe û got: “Şer hêsan in, lê aştî zor in. Ji bo vê yekê divê em pir bixebitin,” û bal kişand ser hewldana civakî ya ji bo Aştî û Civaka Demokratîk.
‘EM Ê MÎRATEYA ŞEHÎDAN BILIND BIKIN’
Yek ji axaftvanan, Sefkan Kobanê têkoşîna şoreşgerî ya Riza Altûn û Emîne Erciyes vegot û got ku jiyandina mîrateya şehîdan bi têgihiştina Rêbertîyê re pêkan e. Kobanê, nasnameya Emîne Erciyes a weke fermandar, hunermend û şervan anî ziman û got: “Em soza xwe ji şehîdan re nû dikin.”
‘HER ŞEHÎD BIRYARA ME YA TÊKOŞÎNÊ BÊHTIR BILIND DIKE’
Li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E), Nûpel Munzur axivî û got: “Dîroka PKK’ê dîroka şehîdan e. Her şehîd barê me giran dike, lê biryara me ya têkoşînê bêtir bilind dike.” Munzur bal kişand ser rola Emîne Erciyes di şoreşa jinan a Rojava de û diyar kir ku bi dilnizmî û fedakariya xwe ew bûye moral ji bo herkesî. Munzur di dawiyê de got ku wan soz daye ku armanca şehîdan bilind bikin û di riya wan de bimeşin.
‘ŞEHÎDAN SINCÊ ŞOREŞÊ AFIRAND’
Li ser navê Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) Eli Konkurt axivî û berxwedana Riza Altûn û sinca Apoyî bi bîr xist û diyar kir ku şehîd ne ji bo cîgeh, lê ji bo ked û fedakariyê jiyane. Konkurt got: “Em deyndarê Rêbertî û şehîdên xwe ne; baweriya me tam e ku xeyalên wan wê bi cî werin.”
Merasîma bibîranînê piştî nîşandana sînevîzyonê bi dirûşman bi dawî bû.