Federasyona Futbolê ya Swîsreyê xelata Fair Playê da FC Kurde Lausanne
Federasyona Futbolê ya Swîsreyê ji ber werzişvanî û berpirsiyariya wê ya civakî xelata Fair Playê da FC Kurde Lausanne.
Federasyona Futbolê ya Swîsreyê ji ber werzişvanî û berpirsiyariya wê ya civakî xelata Fair Playê da FC Kurde Lausanne.
Klûba fûtbolê ya FC Kurde Lausanne ku di sala 2021’an de li Lozana Swîsreyê hate damezrandin, ji ber helwesta xwe ya li qadê, rihê kolektîf û werzişvaniya xwe xelata sezona 2024-2025’an wergirt.
Serokê Komîteya Hakemê Navendî ya ACVF (Association Cantonale Vaudoise de Football) Hicham Matnî xelat da Serokê Klûbê Fuat Altûn û Cîgirê Serok Hayrettin Oztekîm. Rayedarên federasyonê di merasîmê de helwesta klûbê wekî "mînakek werzişvanî û berpirsiyariya civakî" nirxand.

Klûb di sala 2021’an de hate damezrandin, ji ber performansa xwe ya li ser qadê ê nirxên ku temsîl dike li Lozanê zû bala gel kişand ser xwe. FC Kurde Lausanne hem tîmek mezinan û hem jî tîmek zarokan xebatên xwe dimeşîne. Klûb di serdema navîn de armanc dike ku bi avakirina akademiyek fûtbolê tevkariya pêşxistina ciwan bike.
Piştî xelatê, rayedarên klûbê bal kişandin ser piştgiriya kêm a ji bo klûbên pênaberan û wiha hat gotin, "Ev xelat nîşan dide ku helwesta me li ser qadê tê teqdîrkirin. Lê gelek tîmên penaberan hîn jî bi cûdakariyê re rû bi rû dimînin. Sivê piştgiriya saziyî dadwerî û berfireh be."
Xelata Fair Play a ku ji hêla FC Kurde Lausanne ve hatî wergirtin, ji hêla keda kolektîf û xuyabûna civaka gelê Kurd li Ewropayê girîng e.
