Li Nantesê civîna gel: Yekîtiya neteweyî yekane çare ye

Şêx Murşîd Xeznewî di civîna gel a li Nantesê de axivî û diyar kir ku pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke neteweyî ye û got: “Yekane çare yekîtiya neteweyî ye.”

 

 

Li bajarê Nantesê yê Fransayê, bi beşdariya Şêx Murşîd Xeznewî û Serokê Civaka Îslamiya Kurdistanê (CÎK) Mele Şewket civînek gel a berfireh hate lidarxistin.

Civîn li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Nantesê hate kirin û gelek Kurdistaniyên li herêmê dijîn beşdarî civînê bûn. Civîn bi deqeyek rêzgirtinê ji bo şehîdên Şoreşa Rojava û hemû şehîdên azadiya Kurdistanê dest pê kir.

Di axaftina destpêkê de, Hevserokê Meclîsa Nantesê Rıza Xinis bal kişand ser girîngiya xwedîderketina li proseya ku bi banga Rêber Apo dest pê kiriye û diyar kir ku azadiya fizîkî divê armanceke sereke be.

Pişt re Mele Şewket, Serokê CÎK’ê axivî û got ku gelê Kurd êdî qebûl nake ku bi hestên olî were îstîsmarkirin. Wî wisa got: “Bêyî cudahiya Elewî û Sunîtiyê, yekîtiya gelê Kurd divê bibe esas. Ji bo gelê Kurd û Kurdistanê statuyek êdî pêwîstiyek e.”

Paşê Şêx Murşîd Xeznewî axivî û got ku pirsgirêka Kurd ne pirsgirêkeke olî, bawerî an jî eşîrî ye, lê pirsgirêkeke neteweyî ye. Xeznewî got: “Pirsgirêka Kurd divê di çarçoveya fikrên Rêbertiyê de were nirxandin û bi yekîtiya neteweyî û helwesteke hevpar were çareserkirin.” Wî behs kir ku piştî Komkujiya Qamişlo ya 2004’an û paşê kuştina bavê wî Şêx Maşuk Xeznewî, ew neçar ma ku koçî Ewropayê bike, lê bi saya Şoreşa Rojava piştî 20 salan karî vegere axa Kurdistanê. Xeznewî wiha got: “Rojava bi xwîna bi deh hezaran ciwanên Kurd hate avdan. Ger îro Rojava azad e, ev bi wêrekî û fedakariya wan e.”

Xeznewî diyar kir ku yekîtiya Kurdan îro li Rojava bi awayekî berbiçav xuya dike û got: “Yekitiya ku îro li Rojava hatiye avakirin, ne tenê ji bo kesên li wir dijîn, lê ji bo hemû Kurdên li çar parçeyên Kurdistanê bûye çavkaniyeke hêviyê. Ev ruhê yekîtiyê niha li her derê tê hîskirin.”

Xeznewî bal kişand ser polîtîkayên êrîşkar ên HTŞ’ê yên li dijî Elewî û Dûrziyan û diyar kir ku heman polîtîka li dijî Kurdan jî tê xwestin were meşandin. Wî got: “Li hember vê yekane çare yekîtiya neteweyî ye. Hêza herî mezin hêza me ya xweser û yekîtiya me ye.”

Herwisa Xeznewî girîngiya parastina çand, ziman û avahiya malbatê ji bo Kurdên li dîasporayê jî anî ziman û got: “Çawa ku Ermenî, Cihû û Hîndû li şertên dîasporayê nasnameya xwe parastine, Kurd jî divê bi çand û zimanê xwe nifşên nû perwerde bikin.”

Civîna ku bi eleqeyeke mezin hate pêşwazîkirin, bi beşa pirs û bersivan û bi çepikan bi dawî bû.