Şehîd Têkoşîn li Mannheimê hate bîranîn
Şehîda Heftanî Têkoşîn li bajarê Mannheimê hat bîranîn.
Şehîda Heftanî Têkoşîn li bajarê Mannheimê hat bîranîn.
Li bajarê Mannheim ê Elmanyayê ji bo Têkoşîn (Sultan Uçar) ku di 15’ê Cotmeha 1996’an de li Heftanînê şehîd bû, merasîma bîranînê hate lidarxistin. Bîranîn ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê û Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) ve hat organîzekirin û li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Mannheimê pêk hat.
Bi dehan Kurdistanî beşdarî bîranînê bûn û sersaxiyê ji malbatê xwestin. Malbatê tevahiya rojê mêvanan pêşwazî kir.
Li hola ku merasîm lê hate lidarxistin, wêneyên Rêber Apo, şehîd Têkoşîn û Emîne Erciyes bi gul û mûman hatin xemilandin.